Xatirxwestiyên bê welat
Rewşa ku li ser jiyana Kurdên diyaspora û yên ne diyaspora bandoreke bingehîn dilîze, rewşa bêdewletbûnê ye. Bêdewletbûn determinanta bingehîn ya rewşa civaka Kurd ya îro ye. Diyaspora Kurd jî encamek bêdewletbûna Kurd e.
bahramhajou
Wêne: Bahram Hajou - Bênav (Xebata têkel li ser tuwal 80×120cm)
Belavke
Paylaş

Di dîroka Kurd de koçberî cihekî girng digre. Lê belê wek gelek mijarên Kurdan, mijara koçberiyê jî bi gelemperiya xwe ve li çeperên lêkolînên zanyarî de maye. Kesên heta niha li ser mijara koçberiya Kurdan mijul dibin, bi tevahiya xwe, bê awerte vê rastiyê tênin zimên. Her çikas hinek lêkolîn li ser mijara koçberî/diyaspora û nasnameya koçberên Kurd li Elmanya ji aliyên kesên wek Jan Kizilhan, Huseyin Aguicenoglu, Jochen Blaschke, Brigitte Ammann, Svenja Falk, Sabine Skubsch, rêzweşanek ji aliyê Komela BGFK (Berliner Gesellschaft zur Förderung der Kurdologie e. V) ve hatibin kirin jî, lêkolînên li ser jiyana koçberên Kurd, dijî hinek xebatên Susanne Schmidt ya ji bona Komela NAVEND çekirî, pir kêm in. Heta niha dibe ku xebata Prof. Kizilhan ya li ser pirsgirekên wan xebata yekmîn û tenê be. Di mijara diyaspora da Minoo Alinia û Barzo Eliassi li Swedê; Khalid Khayati li Fransa û Îsweçê hinek lêkolîn kirine. Her çikas xebatên amade ji yên hatin binavkirin behtir jî bin, hê gelemperiya mijarên koçberiya Kurdan nêvengeke bakîr e.

Li gora texmînên Jan Kizilhan îro 15 mîlyon Kurd ne li Kurdistanê jiyan dikin.* Ev hijmarek pir mezin e û tê wê wateyê ku koçberî bûye wek karakterek jiyana Kurdan. Hêjayê gotinê ye ku gelemperiyên wan mirhovan dijî vîna xwe, yanî gelemperî bi bandora desthilatdaran bêgav mana, koç bikin. Li gora tahmînan her ji 3’yan 2’yan bê vîna xwe koç kirine. Yanî li gora têgînên civaknasiyê koçberiya Kurdan ne koçberiyeke vînî ye û dînamîkên wê ne li ser faktorên kêşvan (Pull-Faktoran) in, lê li ser faktorên dehfdêr (Push-Faktoran) in: Kurd ji warê xwe bê xwestina xwe hatine derxistin. Di nivîskariyê de navê vê penaberî (exil) û diyaspora ye. Ji bona vê yekê diyaspora Kurd îro, wek Ashkenasî anî zimên, diyaspora piştî ya Yahudî, Ermenî û Filîstiniyan ya çaremîn e. Lê belê ji 3/1 yani ji 15 milyonan 5 milyonan bi vîna xwe koç kirine û ev hijmar jî qed ne kêm e. Ev 5 mîlyon bi gelemperî ne di nav diyaspora de ne û bi serê xwe kategoriyeke din ya koçberiya Kurd pêktênin.

Ne dîrok ne jî jiyana van mirhovên koçber hatiye nivîsandin an lêkolînkirin. Hê ne rengê penaberiyê, ne janê jicihderxistinê, ne jî kulûderdên xêribiyê bi berferehî hatine zimên. Ne wêneyên wan, ne filmên wan, ne jî helbest an romana wan hatiye nivîsandin. Îro bi hezaran biyografiyên bi jiyaneke jan, kul û derdan, lê belê heman demî yên bi serkeftinê di diyaspora Kurd de hene.

Rewşa diyaspora Kurd ya îro li gora tewahiya perspektivên diyasporayê xwe dide xwiyakirin: Hem horîzontal, yanî li her derê cîhanê belav bûne û hem jî diyagonal yanî dîroka wê kevn e.

Ji cihê destpêka koçberiyê heta cihê cihbicihgirtinê, ev pevajoyek pir direj e û carna çend newş derbas bûne, heta gihana cihekî ji bona bicihbûnê û li vir dest bi jiyaneke nu kirine. Dîroka Kurdên di dema Stalîn de di Rusyaya Sowyet de wusa bû. Dîroka koçberiya gelek mirhovan ji Kafkasyayê destpêkir, di ser navîna Asyayê re gihana ber sînorên dewleta Çînê, ji vir derbasî Sibîrya bûne û ser bakurê Rusya re, hatin Ewrupa. Wan mirhovan li gelek deran endamê malbatê hiştine û koça xwe berdewam kirine. Niha ev mirhov di wê baweriyê de ne ku êdî li Ewrupa bicihbûnê û evder welatê wan yê nu ye.

Gelo rewşek çilo ye, wek mînaka Malbata Usiv ku hinek endamê malbata wî li Ermenistanê, hinek li Kazakîstanê, hinek li Azerbeycanê, hinek li Moskowa û yên din li Ewrupa bicihbûbin û malbatek xweyî 6 welatan bin, di nav endamê malbatê de 10-11 ziman werin axaftin û miriyên xwe li 7 welatan veşartibin? An jî mijara Kurdên rojava yên hemwelatiya wan ji destên wan hatî derxistîn û bê nasname li cîhanê belav bûyîn. Şewitandina 3000 gundan û derxistina runiştiyan wan an jî ji cih derxistina bi polîtîqayên wek “Qarişa Ereb” û hwd. Ev û mînakên wusa bingiha binyadên diyaspora Kurd didin xwiyakirin.

Rewşa koçberiyê ya gelê Kurd mijarên curê dike nav civak, çand û nasnameya Kurd de. Di nav encamên pevajoya koçberiya Kurdan de encama herî girîng ya ru dayî, diyaspora Kurd e. Diyaspora Kurd encamek koçberiya ji bona bêdewletbûna Kurd e. Ev nivîs bingiha xwe ji xebatên curê yên li ser diyaspora Kurd yên ji aliyê nivîskarê vê xebatê ve hatine veşandin, pêk tê.

Rêbaza diyaspora

Anko wate û rêbaza diyaspora gelekî hatiyê nivîsandin, nê bêgav e ku li vir carek din were danîn. Lê belê hêjayê gotinê ye ku diyaspora ji koka xwe ve têgînek pir kevn e û bi belavbûna Yahudiyan ve hatiye naskirin û bi wateya ku li ser tê guftûgokirin, bi belavbûna Yahudiyan ve hatiye afirandin. Têgîna diyaspora di Pirtuka Pîroz (Mizgîna Kevn) ya Yahudiyan de wek ayet e: “Hûnê li her derê cîhanê belav bibin” Deuteronomy/Dubarekirina Zagonê (28:25). Ev jî pênasiya têgîna diyaspora îdealîze dike. Mînakên din çikasî nezîkî mînaka Yahudî bin, wulkasî behtir wek diyaspora tên fehmkirin û bingiha vê têgihiştina; “belavbûna dijî vînê û xwestina wegerandinê” ye. Nivîskarên derdora Kovara Diyaspora, Safran, Tötölyan û Cohen di vê çerçovê de rêbaza xwe ava dikin. Bi salên 1960î ve em-komên sekuler yên di exil de jiyan dikirin jî bi têgîna diyaspora hatin pênaskirin. Kesên wek Clifford, Appadurai, Hall û Bhabba têgîna diyaspora bi rameneke postmodern/konstruktifîzm şîrove dikin û diyasporayê wek “hişmendiyek nu ya transnasyonalî” dibînin. Li gora teoriya konstruktivîzm, diyaspora “em-komeke xayalî” ye. Bi salên 1970yî ve li DYA di tevgera mirhovên Efro-Emerîqî de di nasnama wan de jî hate bikar anîn. Di salên 1980iyan de li DYA alaqayek pir mezin dît. Wek tê xwiya kirin, mirhov kare bêje wekî mirhov li dîroka têgîna diyaspora dinêre, dibîne ku ji dema nîvê sedsala 20ê pê de, di wateya xwe de guhertineke semantîk burandiye.

Têgîna diyaspora ya îro fenomenek demên modern e û bi aliyekî ve bi polîtîka etnîk ya konzeptên (dewletên) neteweyî ve girêdayiye. Bingiha guhertinê de cudatiya pêrspektivê heye. Bi rastî jî, wusa xwiya dike ku zanyaran ji nivê sedsala 20an ve perspektiva xwe li ser têkiliyên di navbera em-komên-diyaspora û kok-welatên wan, wegerandin li ser têkiliyên bi welatên wan yên nu (dewletên koçgirt) re. Ji bona ku ev perspektiva nu xwe lêgitimê bike, xwe bêgav ditît ku perspektiva klasîk de-legitîmê bike. Ji bona vê yekê, hevl da pênasiyek nu biafirêne ku navenda jiyan-cihana em-komê ne bi “qewitandina ji welatên wan” an “belavbûn” ve were girêdan. Lê belê wekî mirhov vê karakterê ji pênasiyê derdixê, cudatiya komên din yên koçberiyê û diyaspora qed namêne. Bi vê pênasiya nu, êdî her koma koçber kare xwe wek diyaspora bide naskirin. Ji bona vê yekê di salên 1980î de bi guftûgoyên entegrasyona koçberan ve hate girêdan.

Bi vî alî jî bi guftûgoyên li ser pirçandî (Multikulturalismus) ve hate şîrovekirin. Xebatên îro li ser diyaspora tên kirin, bi gelemperî xebatên globalîzm in. Anko ev têgîn wek populer derkete holê, herkesî xwest xwe bi vê têgînê pênas bike. Li Tirkî mînakên vê hene. Li Tirkî saziyek bi navê “Yurtdisi Türkler ve Akraba Topluluklar Baskanligi” heye û ev sazî “Tirkên ji derveyî welat” wek “diyaspora” binav têne. Silogana saziye “Tirkiyeke bi hez, diyasporayeke bi hez” (Güçlü Türkiye, güçlü Diyaspora) e. Ji hinga diyaspora Kurd li Ewrupa ru dayî ve, zanyarên Tirk, yên wek Nermin Abadan Unat, Yasar Aydin, Canan Atilgan û hwd, jî koçberên Tirk wek “diyaspora” binav tênin, lêkolîn dikin. Lê belê li gora pênasiya têgîna diyaspora ya kevin mirhov nikare koçberên karker yên Tirk wek diyaspora pênas bike.

Wek hinek têgînên din, têgîna diyaspora jî rewşek balkeş jiyan dike: Alaqaya li ser vê têgînê ya rêbazî ji alaqaya li ser em-komên diyaspora zêdetir bûye. Zanyarî xwe ji mirhovan behtir bi guftûgoyên teorîk ve mijul dikin. Bi rastî jî wekî mirhov, wek wateya têgînê ya îro li gora ramana elît û zanyarên civaka koçgirt, li komên transnasyonal dinêre, mirhov nizanê gelo qala kîjan komê tê kirin. Hêjayê gotinê ye ku têgîn, konzept û rewşa diyaspora heta niha bi gelemperî bi “derxistin” ve hatiye şîrovekirin, lê belê wek mînaka Kurd dide xwiyakirin, êdî mirhov kare wê bi mijara “îşgalê” şîrove bike. Mijara diyaspora li cem gelek mijarên din, heman demî mijara îşgalê ye. Ji bona vê yekê diyasporayeke etnîkî ya gelên bi dewlet çenabe.

Diyaspora Kurdan

Wek li jor hatî gotin, du cureyên koçberên Kurd hene. Yek jê koçberên bi vîna xwe koçkirin, in û yên din yên ne bi vîna xwe koç kirin, in. Wekî mijar tê li ser diyaspora Kurd, ji ber xwe de pir mijarên hê nehatine serêrastkirin, derdikevin holê. Wek mînak; gelo dipyaspora Kurd kengî destpêdike? Hijmara Kurdên diyaspora çikas e? Jiyan, perwerde, kar û mijuliyan wan mirhovan çi ne? Karakter û dînamîkên diyaspora Kurd çi ne? Tora diyaspora Kurd ya têkiliyên navnetewî zindî dike, çave hatiye avakirin? Hilbiranînên diyaspora Kurd yên di warê çandê, civakê, ramyarî-fîlosofî, medyayî, aborû û hwd. de çi ne? Têkiliyên diyasporayê bi nasnama Kurd re çave ye? Li ser kîjan bingihan nasnamê jinuve tê afirandin? û hwd. Her çikas li vê derê ev xal newin guftûgokirin jî, pewist e, têkiliya di navbera koç û diyaspora Kurd de were kirin. Wek li jor hatî gotin, du komên koçberên Kurd hene. Koma yekemîn, wek karker piştî slên 1960î bi vîna xwe hatine. Koma duyemîn jî -bi kurtasî- ya siyasî ye. Ji bona encamên cure, bêgav mana, welatê xwe berdin û li dewleteke din “parastinê” bixwazin.** Diyaspora Kurd gelemperî ji koma duyemîn pêk tê. Yanî vê komê, her çikas cudatiyên hurgilî di biyografiyên takekesan de hebin jî, dijî vîna xwe koç kiriye, li dewletên bicih bûyîn ji bona welatê xwe xebat dikin, ramaneke wan ya wegerandine heye, saziyên xwe li ser wan bingihan ava kirine, têkiliyek li ser van bingihan bi dewleta koçgirt re danîne, jiyan û nasnameyek li ser ramana penahî avakirine.

Diyaspora û afirandina civaka diyasporîk

Bi vi alî diyaspora modern hezekî taybet, yê haliyetî ruhî û wek pêkhatiyên xunîbûneke kollektîf e. Belê ev rewşa taybet çilo tê dîtin? Wekî mirhov li mînakên din dinêre, li cem Kurdan nabîne ku kovarek sîstematîk û zanyarî ya diyaspora Kurdî veşane dibe, ti filmên li ser diyaspora û penaberiya Kurd yên binav û deng (yeke xelatek muhîm ya navnetewî girtî) ne hatine kişandin, romaneke li ser vê mijarê ku bi zimanên din yên cîhanê hatî vergerandin, nehatiye nivîsandin. Saziyên xwe ser partiyan re ava kirîn, kêm in, jêrçandeyên taybet gelekî ru nedane û civak nebûye civakeke çand-afirandinê û hwd. Di ser de jî, îro gelemperiyên civakên Avrupa an jî cihana rojava sînorekî siyasî, wek “terorîst”, dikin navbera xwe û diyaspora Kurd de.

Ev jî ji qedexekirina saziyên PKKê yên li Elmanya di sala 1993an de destpêkir û ji sala 2002an ve, wekî YE jî PKK wek partiyek “terorîst” hilbijart, ev rewş belav bû. Ev mînak ji aliyekî ve didin xwiya kirin ku hê diyaspora Kurd hevl dide bingehên binyada jiyan û çandeyeke diyasporîk biafirane, lê belê ji aliyê din ve mirhov angaşt dike ku hê binyadên rewşa diyaspora pir çalak in: şer û encamên şer li Kurdistanê berdewam in. Ev dînamîzm ji bona rewşa diyaspora dînamîkên gir û pir cure bi xwe re tênin. Lê belê wekî mirhov ji aliyekî din dinêre, dibîne ku diyaspora Kurd organize bûne, saziyên xwe avakirine, semiyanek danehev, di hemu cih û saziyên civakê de cih girtine û digrin. Xwe bi toreke navnetewî de bi navênd û perîferiyên her parçeyên Kurdistanê û bi cîhanê ve girêdane. Xweyî medya û weşanên xwe ne. Bi hijmara dengên xwe karin di hilbijartinan de rolek giring bilîzin û hwd. Yanî diyaspora Kurd jî hêdî hêdî xwe adapteya rewşa nu ya li dewleta koçgirt dike. Ji bilî van, diyaspora Kurd mijara Kurd (Keşeya Kurd) navneteweyî dike, raman û nasnameya neteweyî xurt dike, çandeyek pirçandî diafirene, binyadên jiyana kevneşopî lawaz dike û hwd.

Qedera bêdewletbûnê

Rewşa ku li ser jiyana Kurdên diyaspora û yên ne diyaspora bandoreke bingehîn dilîze, rewşa bêdewletbûnê ye. Bêdewletbûn determinanta bingehîn ya rewşa civaka Kurd ya îro ye. Diyaspora Kurd jî encamek bêdewletbûna Kurd e. Wekî guftûgo li ser civak an civakên Kurd werin kirin, bê tevlibûna mijara bêdewletbûnê, wê ti wateya encamên guftûgoyan tune be. Îro mijara bêdewletbûn nasname û civaka Kurd berî 100 salî behtir bandor dike. Anko bêdewletbûn wek determinatekî bîr û hafiza gelê Kurd avadike. Serpêhatiyên bêdewletbûnê çarçoveya biyografiya takekesê Kurd pêk têne. Ji bilî van xalan, bêdewletbûn bersiva bingehîn ya pirsa, gelo çima Kurd îro di vê rewşê de ne. Bêdewletbûn diyaspora ye û ji bona vê yekê diyaspora Kurd diyasporayek resen e û xweyî potansiyeleke gir û giran e.

Cureyên diyaspora Kurd

Wekî mirhov mijarên bi raman û bingiha diyaspora dinêre, kare bêje ku sê cureyên mijarên diyaspora di nav civaka Kurd de hene: Diyaspora navîn, wek mijarên xunî, xerîbî û hwd. Diyaspora kevnî, wek koçberiyên berî sedsala 21ê û diyaspora modern ya bi gelemperî 1970yî pêk hatî. Di wan her sê xalan de dîroka mijara koçberiya Kurdan veşartiye. Ji bona vê yekê herçikas dîroka koçberiya Kurd kevin jî be, rudana diyaspora Kurd bi pênasiya ferhengî, nu ye û ya salên 2000an e. Bi vê wateya xwe hem ramen û giyanekî nu dide koçberên din yên Kurd yên wek karker, xwendewan, an jî ji bona mijarên jiyancîhanî koç kirîn û hem jî heman raman û giyanî dide koçberên Kurd yên berî sedsala 21an de pêk hatîn. Diyaspora Kurd tevahiya koçberên Kurd dike bin heza xwe de û bandorek avakirî li ser jiyan, nasname û ramana wan dilîze. Sînorê herî fereh yê diyaspora Kurd ev e ku vê rewşa bêdewletbûnê di her qada jiyanê de wek “ramanek”e sereke diafirêne.

Sînorên diyaspora Kurd

Cîhan diyaspora Kurd bi çalakiyên siyasî yên li ser kolanên bajarên herî bi nav û deng yên cîhanê nas dikin. Îro koçberên Kurd li Elmanya wek em-komeke etnikî piştî Elman û Tirkan ya siyemîn in. Lê belê anko her demî di çeperan de tên hiştin, bi vî hezê xwe nayen naskirin.***

Hêjayê gotinê ye ku diyaspora Kurd cihê azadiya bilevkirina raman, azadiya xweafirandina takekes û afirandina çandeyeke azad e. Li diyaspora wulkasî zextên dijwar yên li welatên Kurdan yên ji aliyên rejimên dewletên parker tên kirin, tune ne. Kurd ji dewlet, herem, bajar û cihên cure, ji ol û bawerî, ji devok û zaravayên cuda li diyaspora digihin hev. Têkiliyeke bi azadî ya wan kesên ji kategoriyên cuda, hem di warê nasnameyeke kollektîf, hem jî di warê ramaneke hevgirtin ya kollektîf de cureyên nu diafirêne. Anko diyaspora Kurd sekûler e, ji pêşerojê ve û binyadên modern re vekiriye.

Bi vê hêz û gewda xwe diyaspora di mijara çareserkirina kêşeya Kurd de xwe wek aliyekî bicih dike.


* “Integration Kurdischer MigrantInnen in Deutschland – Herausforderungen und Chancen”, Axaftina Prof. Jan Kızılhan di semînera bi navê “Integrationspolitik aktiv gestalten”, 23ê rezber 2013, DGB-Gewerkschaftshaus, Stuttgart.

** Nivîskarê vê nivîsê xebatek li ser newşên yekemîn yên herdu kategoriyan amade kiriye û wê di demek kurt de were veşandin.

*** Di vî warî de pirsek bingehîn ev e, gelo koçberên Kurd wê çilo tevli lêkolînên koçberiyê yên dewletên Ewrupa, herî behtir, yên Elmanya bin?

Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol