Di nav Kurdên Ewropayê de pirsgireka qûtbûn û girêdana nifşan
Ev heştê sal e, Kurd li Ewropayê ne. Dema ku mirhov li nifşên Kurdan yên li Ewropa dinêre, qutbûneke di navbera nifşên nu û yên kevin de dibîne. 
Wêne: Alasdair Rae - twitter.com/undertheraedar - Nîgartina tîrbûna nifûsa Ewropî.
Wêne: Alasdair Rae - twitter.com/undertheraedar - Nîgartina tîrbûna nifûsa Ewropî.

Gelo em ji xwe dipirsin, ev 80 sal in Kurdan li Ewropayê çi bidest kirine ? Kurdan li Ewropa çiqasî karibûn netewbûna xwe xurt bikin? Kurdan karîbû ji dêla xwe bi sifatê partî, rêxistin, îdeolojî, mezheb û ol de pênas bikin, pêwist bû berî her tiştî, xwe wekî takekesek ji netewa Kurd pênase bikin. Gelo îro Kurd li Ewropa bûne hêzeke mezin an Ewropa çiqas wan cîddî digire yanî çikasî bûne subje? Gelo civaka Kurd ya diyaspora çikasî bi wateya suje nas e? Lobîyên kurdî çiqasî xurt û diyarkerê viyana xwe ne? Di nava Kurdên ji çar perçeyên welêt de têkilîyên çawa ava bûne? Çi bandorê li hev dikin? Bi hev rê çi xebatan dikin? Di warê sazîbûnê de Kurd çiqas pêş ketine? Çi dezge û sazîyên wan hene û çiqas bihêz û aktîv in? Çi xebatên polîtîk, dîplomatîk, hunerî, zanistî, civakî, çandî kirine? Çi tradîsyon afirandine? Û hwd…

80 saliya hebûna Kurdan li Ewropa…

Ev heştê sal e, Kurd li Ewropayê ne. Wekî mirhov li koçberiya Kurdan ya Ewropa dinêre, dibîne ku Kurdan bi çar pêlan koçî Ewropa kirine. Pêla yekem berî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ru daye. Pêla dûyemîn piştî vî şerî çebûye. Pêla siyemîn ya ji salên 1980an ve pêk tê ye. Ya çaremîn jî ji sala 2000an û pê ve ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewropayê hijmara Kurdan her çu zêde bû. Di sala 1956an de bi avakirina Komeleya Xwendewanên Kurd li Ewrupa (KXKE) (Kurdish Students Society in Europe, KSSE), Kurdan dest bi avakirina saziyên xwe kirine. Ji sala 1980an ve jî hijmara wan gihiştîya mîlyonan.

Têkoşeriya polîtîk ya Kurdan li Ewropayê

Di meha çileyê sala 2020an de li Stenbolê, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve semînerek bi navê Têkoşeriya Polîtîk ya Kurdan li Ewropayê (Mînaka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa, 1956-1988) hate lidarxistin. Ez beşdarê vê semînera Adnan Çelîk bûm. Vê semînerê hem ji gelek alîyan ve ez ronî dikirim, hem jî konteksta Kurdên Ewropayê de pirsên nû di hişê min de şiyar dikir. Yek ji wan pirsan jî ev bû; , “Gelo zarok û nevîyên endamên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê îro çi dikin, bi çi ve mijûl in?” Min di qonaxa pirs û bersiva semînerê de ev ji mamosta Ednanî jî pirsî.

Zaro û neviyên aksiyonerên Kurd çi dikin?

Ez dixwazim di vê nivîsê de hewl bidim vê pirsa xwe ji hêla xwebûn, aîdîyet û nasnameya Kurdbûn û asmîlasyonê problematîze bikim. Bi rastî hewce yê ku divê em zêdetir li ser vê pirsê bifikirin û niqaş bikin. Di vî warî de pirsgirek zehf in û li benda çareserîya ne. Anko ev pirs bi pirsgireka man û nemana hemû Kurdên koçber re têkildar e, pewist e, bi her alî werin guftûgo kirin. Di taybetmendiya wan kesan de mirhov kare nêrînekî li ser zarok û neviyên endamên tevahiya Kurdên koçber nîşan bike.

Hijmar û nifşên koçberên Kurd li Ewropa

Her demî pirsgireka sereke pirsgireka hijmara Kurdên koçber e. Mixabin îstatîstikên bibawer tune ne. Lê li gora tahmînan hijmara Kurdên Koçber li Ewropa ji du mîlyonan zêdetir e. Yanî hijmara Kurdan li Ewropa ne hindik in. Pirsgireka din ya sereke ya nifşên Kurd e. Gelo çend nifşên Kurd li Ewropa hene û pênasiya wan nifşan li gora kîjan krîteriyan tê kirin. Li gora agahiyên berdest, mirhov kare bêje ku ji koçberiya pêla duyemîn hata niha çar nifş, ji pêla sêyemê jî du nifşên wan hene.

Çima pêşketin tune ye?

Li Ewropayê hem ferzendên çandî hem jî azadbûneke fereh hebû-heye. Di nava wan şert û mercan heyî de mirov hêvî dike ku rewşenbîrên Kurd peyda bibin û ji aliyên wan ve tiştên berz werin afirandin. Gelo çima ji zarok an jî ji nevîyên pêla koçberiya duyemê girseyek bi nasnameya Kurdbûnê xwe ne afirandine; feylosofek ji nav wan derneketiye an jî hunermendek, nivîskarek, sînamegerek, şanogerek, civaknasek, wênesazek, dîroknasek, kîmyagerek, fîzîkgerek, endezyarek nas derneketiye? Çima entelîjensiyek ji nav wan derneketiye? Çima ji wan takekeseki xelata Nobel an jî Palmîyeya Zêrîn bigre, derneketiye?

Gelo muzîkwanên Kurd ji xwe re distrênin û bi xwe direqisin?

Ev pirs bila di alîyekê de bimêne. Pirsgireka din ya balkêş ev e ku gelek muzîkjenê Kurd hene ku ev bi salan li Ewropayê dijin, di nav ferzend û azadiyê de ne. Lê wekî mirhov li muzîka wan dinêre, dibêjî qey nû ji gundê xwe derketîne, di nava dewlemendîya çanda Ewropayê de qed tiştek ji vê çandê negirtîne, xwe pêşve nekirine û hunera xwe profesyonalîze nekirine. Ev problem mijara nivîsek din e.

Kanî hawara Kurdistan?

Di dîroka diyaspora Kurdî de Swed wekî qonaxek, wekî dibistaneke ye. Hemû nûser û helbestvanên li vir di pêla sêyem de koçî wir kirine. Têkilîya wan kesan bi axa wan re hebû. Lê belê gelo zarokên wan yên li Swedê hatine dinê bûne nivîskar an jî helbestvan? Gelo çima ji van, takekesên wusa nederketine?

Bi taybetî jî Kurdên nifşên pêla duyem û sêyem çi dikin, jîyanek çawa ava kirine, bûne takekesên çawa? Zarok û nevîyên wan li Ewropayê çi dikin? Wel mînak, gelo zarokên takekesên wek Doxtor Qasimlo, Cemal Nebez, Nurettîn Zaza çi dikin, li kuderê ne? Peywendîya wan bi xwebûn, aîdîyet û nasnameya Kurdbûn re çi û çawa bû? Kurdbûna xwe çawa pênas dikin? Ji sedî çende ji wan asmîle bûne û Kurdbûna xwe wendakirine?

Qutbûna nifşan

Dema ku mirhov li nifşên Kurdan yên li Ewropa dinêre, qutbûneke di navbera nifşên nu û yên kevin de dibîne. Ev dîyardeyek gelek bercaxv e. Ev mijar li welêt pir eşkere ye. Li vir, wek antropologek ez dibînim ku li Ewropa jî heman pirsgirêk heye. Di navbera dewamdarîya sêmendîya nifşan; yanî li Ewropa li cem bav, zarok û neviyan de, di navbera bav û zarokan de dewamdarî qût dibe. Ev qûtbûn ne tenê di nava Kurdên Ewropa de, di nava Kurdên Bakur û yên li herema Sovyeta berê de jî heye. Dibê ku di nav Kurdên Rojhilat û Rojaveyê welêt de jî hebe.

Qûtbûn pirsgireka hebûnî; man û nemanîya Kurdan e. Qûtbûn tê wateya tunebûn, wundabûn, dawîbûne, yanî ya ji-nû-ve neafirandine. Mînak, li Bakur ji dêûbavan ziman derbasî zarokan bûye, lê ji zarokan derbasî neviyan nabe.

Bişavtin di çi rewşê de ye?

Carek din, gelo têkilîya Kurdên Ewropa bi nasname, aîdîyet, xwebûn wekî axê, zimên, çand, nirxên netewî re çawa ne? Çiqasê wan pişavtin bûne? Di vê peywendiyê de çi xebat hatine kirin? Ji ber ku di bin destên me de ji wan xebatan ti mînak tune ne, ez nikarim tiştekî bêjim. Lê belê bişavtin, pirsgirekek sereke ya koçberên Kurd e. Tenê ez dikarim bêjim ku dema aîdiyeta têkiliya bi axê re wunda bibe, xwebûn bi lez wunda dibe. Tunebûna aîdiyeta têkiliya bi axê re, wundakirina xwebûnê jî bi lez dike, ji bilî vê jî, bîra kolektîv bibandortir dike û rê li ji-nû-ve afirinandina wê digre. Di Bakurê welêt jî qûtbûna nifşanpir zêde ye. Lê belê Kurdên Bakur li ser axa xwe ne. Têkilîya me bi axê re berdewam dike. Bi vî alî rê li ber wundakirina xwebûnê tê girtin û bişavtin lawaz dibe. Ji ber ku têkilîya Kurdên Ewropa bi axê re qels e, ji ber vê wundakirina xwebûnê ru dide û qûtbûn di navbera nifşan de bi lez dibe.

Sedemên qutbûna nifşan çi ne?

Sedemên qutbûna nifşan li gora peytkirinên civaknasiyê pircure ne. Em dixwazin li vir hinek cavderiyên xwe benin zimên. Li gora min sedema yekemîn ev e ku dêûbavên Kurd li xwe mikur nayen, bindestî û bixwe-nebaweriyê xwe benin zimên. Yanî dibêjin, “Me nikarî em qedera xwe biguherenin, em serbikevin; zarokên me jî nikarin”. Baweriya serkeftine nemaye. Sedema dido; avakirina vê ramanê ye; “Me kişandîye, bila zarokên me nekişênin, me dîtîye bila zarokên me nebînin.” Ya siseyan, tunebûna hişmendîya “karê me bi vîvî hiştî, bila bila zarokên me bi dawî benin”. Ya çaran; qelsbûna an jî tunebûna bîreweriya xwebûnê yanî Kurdayetiyê ye.

Em çawa dikarin li hemberê vê qûtbûnê bigirin? Qûtbûnê ji nû ve çawa bi hevre girebidin? Wekî em bixwazin pêvajoya dîrokê biguherenin, em bêgav in vê mijara girîng gav bi gav çareser bikin.

Paylaş
Share on twitter
Share on facebook
Share on whatsapp
Share on telegram
Share on email
İlgili İçerik
Bülten
Abone olun, güncel içerik e-postanıza gelsin