Pêvajoya koçberiya Kurd ya Elmanya
Her çikas ji aliyên gelek kesan ve nehatibe dîtîn jî, di salên 2000an ve hebûna Kurd li Elmanya cihê xwe bi xwe afirand. Hem ji aliyê binyadî, hem entegrasyonî hem jî di ramana pêşerojî de koçberên Kurd runiştîn.
elmanya
Belavke
Paylaş

Navenda koçberiya Kurd ya Ewrupa, Elmanya ye. Ji bona vê yekê lidarxistina hureyên koçberiya Kurd ya li vî welatî ji bona gelek alî û xalan muhîm e. Li gora agahiyên li ber dest ji sala 1895ê ve koçberên Kurd li Elmanya hene. Wekî mirhov lêkolînên berferehtir bike, pêkan e, bibîne ku dîroka koçberiya Kurd ya Elmanya kevintir jî be. Her çikas di vê dema kevin de bi gelemperî koçberên Kurd yên li Elmanya dîplomat û xwendevan jî bin, sedema têkiliya vê dîroka kevin ne tenê têkiliyên di navbera Osmaniyan û Elmanan de ye, sedem heman demî di têkiliyên Elmanya û Rusya de jî ye. Bi gelemperî Kurdên Êzîdî yên li Ermenistan û Rusyayê di vî demî de bi Elmanya ketine têkiliyê de.

Vê di nivîsek din de li ser mijara “Kurd li Elmanya” were ravestin. Ji bona vê yeke wê li ser hûrgiliyên agahiyên rewşa Kurdan li Elmanya, wek hijmara wan, newe rawestin. Li vir wê bi zêdehî were lidarxistin, gelo di kîjan pêvajgih (Etappe) û pêvajgeh (Station) û di kîjan rewşê de Kurd bêgav mana, revî (Flüchtlinge) bibin û koç bikin. Her çikas mirhov ji bona tengbûna cih, nikaribe li vir bi hûrgiliyan vê pêvajoye lidarbixe jî, wê bûyerên pişt koçberiyê bi xalî werin danîn.

Hêjayê gotinê ye ku lidarxistina pêvajgihên koçberiya Kurd ne hesanî ye. Pir xal hene ku lidarxistina pêvajgiha koçberiya Kurd grîftî dikin. Sedema girîftbûna mijare di serî de ev e ku koçberiya Kurd bi têrbûna xwe nehatiye lêkolînkirin. Sedema din ev e ku Kurd ji dewletên cuda koç dikin an jî revî dibin. Yanî tewgera koberiyê ne yekserî û yekjêderkî ye. Pirsgireka din bi lêkolîneran ve gîredayî ye. Lêkolînerên Tirk koçberiya Kurd wek mijarek bi serê xwe nabînin, nasnakin û li ser narawestin. Zanyarên Elman jî behtir li gora mijarkolînên (Forschungsthema) xwe babetê pir taybetî dikin. Ji bona vê yekê Gelek zanyaran li gora mijara kategoriyên cuda lidarxistine. Sedemek din jî ev e ku koçberiya Kurd di bingiha xwe de dînamîk e, ne tenê ji bona nearamîbûna herema Kurd û Kurdistanê, lê belê hinek binyadên civakî jî, wek zevaca ji welêt, bêdewletbûna Kurd, xwestina jiyaneke aram û azad, xwendin û hwd. jî dînamîzma koçberiyê xurt û berdewam e. Mijara dînamîzmê jî lidarxistina pêvajgihan zehmet dike.

Ji aliyê din vê pirsa bingiha pêvajgihkirina koçberiyê jî muhîm e. Hinek li gora bûyerên siyasî, hinek li gora yên civakî, çandî, jiyannasî an jî li gora bicihbûn, entegrasyon an bişavtina koçberan pêvajgihan diafirênin.

Li vê derê li gora agahiyên di lêkolînên cure, yên berdest şeş pêvajgihên koçberiya Kurd ya Elmanya hatine danîn:

  1. Pêvajgiha Berî Peymana Girtina Karkeran (1895)
  2. Pêvajgiha Peymana Girtina Karkeran (1961)
  3. Pêvajgiha Akincîbûnê (Pevgihana Malbatan) (1973)
  4. Pêvajgiha Penaberiya Ramyarî (1980)
  5. Pêvajgiha Penaberiya Etnîkî (1990)
  6. Pêvajgiha Avakirina Kemneteweyî (2000)

Bi rastî jî di her wan pêvajgiha de girseyên koçberên Kurd hatine Elmanya. Bi gelemperî ji pêvajgiha Pevgihana Malbatan, ji salên 1973an ve hijmara Kurdan li Elmanya zêde bûye. Her konaxa wan pêvajgihan hem demekî dîrokî hem jî heman demî refleksiyoneke newşî dide xwiyakirin. Ev pêvajgihên hatine danîn, xweyî sedemên xwe ne. Ev kategorî ji aliyekî ve xwendineke dîroka Kurd û heman demî xwendinek dîrok û pergala dewletên parker dide xwiyakirin. Mirhov kare li ser koçberî/revikirina Kurd dîroka van dewletan bixwene.

Ev pêvajo dide xwiyakirin ku mijara diyaspora Kurd û rudana Kurdan wek sujeyek dîrokî ya modern bi hevre girêdayî û hevza ne. Diyasporayê ji aliyekî ve deriyê cîhanê ji Kurdan re vekir. Ji aliyên din ve jî, ev kirin nav pêvajoyeke din ya bişavtinê de.

Pêvajgiha berî peymana girtina karkeran

Berî ku peymana girtina karkeran di navbera Elmanya û Tirkî de ya 30ê cotmehê 1961î de çebibe, ew demek direj bû ku têkiliyên Kurdan bi Elmanan re hebûn û hinek Kurd li Elmanya bûn. Lêkolînerên wek Birgit Ammann, Carsten Borck, Jan Ilhan Kizilhan qala vê demê dikin. Di navbera 1895-1918 de hinek bûrokrat û xwendewanên Kurd li Elmanya hebûn. Ji bilî wan jî hinek Kurdên bazirgan jî li Elmanya bûn. Vegeriya welêt di nav pîlana wan de bû. Di navbera 1918-1938 de ji teweqên bilind yên civaka Başur û Rojava xwendewan dihatin Elmanya. Bi gelemperî wekî Sowyet Rusya hewl da hakimiyeta xwe berfereh bike, destpêkir, ramyariya xwe ya bi navê “çarenusa gelan” li cîhanê belav kir. Bi vî alî têkilî bi gelên bindest re, yên weke Kurdan, danî. Di navbera 1938-1965 de li ser vê têkiliyê burs didan xwendewanên Kurd û ew dirêkirin dewletên din yên komunîst. Bi vî alî gelemperiya xwendewanên Kurd dihatin Elmanyaya Rojhilat (DDR) û dewletên din yên Rojhilata Ewrupa û ji van deran jî xwe digihandin Elmanyaya Rojava (BRD). Bi vî alî hijmara Kurdên xwendewan li Elmanya zêde dibû. Ev kes ji her çar aliyên Kurdistanê bûn, lê bi tevahî nezîkî PDK bûn.

Di sala 1956an de wan xwendewanan komelek bi navê (Kurdische Studentenvereinigung in Europa – KSSE) li bajarê Wiesbaden yê Elmanya ava kirin. Ev kes wek burjuvatiya biçuk ya neteweyî xwiya dikirin. Polîtîk bûn û di bin bandora PDK de xebat dikirin. Her çikas ne tam diyar jî be, mirhov kare wan kesan wek newşa derdora JK bi nav bike. Bi rastî jî, raman û ramyariya wan kesan ji Partei Komeley JK (Komeleyî Jiyanewey Kurdistan) dihat û bi PDK ve berdewam dikir. Cemal Nebez di nivîsên xwe de qala vê derdorê dike.

Hijmara wan kesan heta salên 1950î ne pir bûn û bi gelemperî pîlanên wan yên wegerandinê hebûn. Piştî salên 1950î hijmara xwendewanan zêde dibe.

Pêvajgiha peymana girtina karkeran

Elmanya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn wek dewleteke vîranî ji şer derket. Gelê xwe yê mêr bi gelemperî di şer de wundakiribû. Lê belê bi Alîkariyên Marshal xwe di demek kurt de dahev û rabû ser lingên xwe. Pîşesaziya xwe ava kir û demek kurt de bû dewletek pîşesazî û kete nav dewletên Cîhana Yekê. Lê belê tenê bi mirhovên xwe nikarîbû pewistiya karkerên pîşesaziyê têr bike. Ji bona vê yekê biryar da, karkeran ji derveyî welêt bêne. Elmanya hê di salên 1955an de destpêkiribû, peymana anîna karkeran bi dewletên periferiya xwe re çebike û ji wan deran karkeran vexwêne welatê xwe. Di vê pevajoyê de cara yekemîn di tarîxa 22ê berfanbera 1955an de bi Îtalya re peymaneke karkeran navîş kir. Ji bilî Îtaliya bi heman cureyê peyama girtina karkeran bi dewletên din yên periferiya xwe, wek Îspanya re, çedike. Wekî dewletên perîferiyê têrî nake, heman peymanê bi dewletên perîferiyên perîferiyê re jî çedike û ji wan dewletan jî karkeran digre. Wek hatî gotin, di tarîxa 30ê cotmeha 1961î de bi Tirkî re jî peymaneke girtina karkeran dike. Navê peymanê bi fermî “Girêbesta di Navbera Komera Federal ya Elmanya û Tirkî de ya ji Bona Pergala Navbeynkariya Rêkirina Karkerên Tirk ji Komara Federal ya Elmanya re” (Vereinbarung zwischen der Regierung der Bundesrepublik Deutschland und der Republik Türkei zur Regelung der Vermittlung türkischer Arbeitnehmer nach der Bundesrepublik Deutschland) ye. Bi kurtasî jê re “Girtina Karkerên Mehvan” (Gastarbeiteranwerbung) tê gotin. Li gora pîlanê wê karker bi pergala rotasyonê hatibana, demekî kar kiribana û piştre wegerihabana welatê xwe. Lê belê wusa çenebû. Ve peymana jiyana milyonan li Tirkî û Kurdistanê guherand. Bi dem re êdî sirayên li ber Damezrawa Ditîna Kar û Karkeran (İş ve İşçi Bulma Kurumu) dirêj dibu û ne tenê mirhovên karker yên fermanberan (Beamten) jî hevl didan herin Elmanyayê. Tirkî di serî de tenê bi raman “dovîzan” li vê mijarê dinêrî û ji bona vê yekê ji bona pewistiyên koçberên karker bi Elmanya re ti peymanên pewist navîş nekiribû.

Buyerên di vî demî de ru dayîn, heman demî dibû sedema koçberiyê û hemen hemen bi tevahî koçberiyeke bê viyana koçberan bû. Bi rastî jî di vê demê de di nav dewletên parker de aloziyên gir hebûn. Her çikas mirhov nikarê qala hemuyan bike, jî, pewist e hinek werin danîn.

Heta darbeya leşkerî ya 1960î hemwelatiyekî normal li Tirkî nikarîbû pasaportekî bistêne û here derveyî welêt. Bi vê darbeyê rê vebû. Di demek kurt de koçberiya Elmanya bû wek xelatekî. Ji bona vê yekê piştî erdhejiyên di salên 1967 û 1968an de yên li Varto, Xinis, Çewlik û Betlîsê ru dayîn de, dewleta Tirk biryar da, mirhovên vê heremê bi rêkirina Elmanyayê “xelat” bike. Piştî darbeya 1960î koçberiya Kurdan ya bajarên mezin yên Tirkî yên wek Sitanbul jî, zêde dibû.

Koma gir ya koçberên Kurd di serî de dihatin Berlîn. Kurdên ku Tirkî ji bona erdhejiyê rêkirin Elmanyayê jî, hatin cem van kesan. Ji bona vê yekê yekuneyek gir Kurdên ji Varto, Hinis, Erzorom û Hasankale li Berlîn bi cih bûne. Ev mijar her demî bi “valakirina Kurdistanê” ve tê şîrovekirin.

Li Îraq û Surî heman demî darbeyên leşkerî çedibûn û rewşa polîtîk pir xirab bû. Di sala 1958iyan de Barzanî wegerihabû Îraqê. Her çikas vê, demeke kurt ya aramî afirandibe jî, piştî vê demê dîse şer destpêkir. Surî di vê demê de hevl dida Kembera Ereb (arabische Gürtel) li Herema Cizîrê ava bike û mafê hemwelatiyê ji nezîkî 250 hezar Kurdan distand. Yanî pîlan û projeya werankirina demografiya Kurdan li her welatê parker didom bû. Li Îranê di sala 1967an de di bin rêvebriya PDK-Îran de serhildana Kurdan destpêdikir.

Yanî hem jî aliyekî ve şiyarbûn û berxwedaniyeke Kurdan ru dida û heman demî jî zextên dewletên parker dijwartir dibûn. Ev herdu maksîmê wek diyalektîkeke paradoksî bi hev re û hev diafirandin û hev dizan. Yanî ji serhildana Dersîmê ya sala 1938an ve heta nivê salên 1950iyan di nav Kurdan de tevgerek mezin ru nedabû û ev bêdengî ji 1960î bi tewgera neteweyî ya Kurd bi girseyên mezin ru dida. Wusa xwiya dike ku hem atmosfera vî demî, hem ramyarî, hem jî aktorên vê demê newşa 68 bûn. Tevgera 68an di cîhanê de bayekî pir xurt yên şiyarbûna mafên mirhovan, demokrasî û hwd. dida. Vê newşa Kurd ji aliyekî ve ramana xwe ji tewgera Kurdayetî ya di rêveberiya PDKê de û ji aliyê din ve, ji bandora sosyalîzm û ji Partiyên Komunîst yên dewletên parker digirtin. Kurdayetiya vê demê behtir sekuler bû. Ji bona vê yekê ji bilî hinek Kurdên di nav karkerên Tirkan de, gelemperiya koçberên Kurd sekuler bûn û ol di vê mijarê de ru nedida der.

Pêvajgiha akincîbûnê

Ev pêvajgih ji salên 1970yî destpêdike. Di vî demî de Kurdên karker li Elmanya bi cih bûn. Di sala 1973yan de krîzeke aborî li cîhanê ru da. Piştî vê krîzê Elmanya biryar da, karkerên mehvan vegerêne welatên wan. Piştî demekî bi rastî jî hijmara karkerên mehvan yên ji hemu welatan kêm bû, tenê hijmara yên ji Tirkî hatîn, kêm nebû, di serde zêde bû. Karkeran hevl dan malbatên xwe jî benin. Ev nîşana herî xurt ya niştecihbûnê bû.

Di salên 1970iyan heta 1980iyan bûyerên pir muhîm hem li herema Kurdan, hem li Rojhilata Navîn hem jî di cîhanê de ru didan. Hem bûyerên di vê demê de li heremê çedibûn û hem jî rewşa Kurdan di dewletên parker de pir xirab bûn. Buyerên cîhanê yê vê demê jî pir balkeş in. Neolîberalîzm serkeftina xwe îlan dikir. Sovyet Rusya Afganîstan îşgal dikir, dewleta Misrê Îsrail nas dikir. Her çikas lawaz jî be, Îslameke siyasî di nav Kurdan de ru dida. Ne pir jî bin Kurdan têkilî bi cîhadîstan re danî û hem li Filîstîn hem jî li Afganîstan ji bona “şerîatê” “cîhad” dikirin.

Di sala 1971î de li Tirkî darbeyek din ya leşkerî ru da. 1978iyan de pogromek dijî Aleviyên Kurd li Mereşê çebû. Li Başurê Kurdistanê Kurdan di sala 1975an de carek din serhilda. Di sala 1979an de li Îranê Şoreşa Melan çebû û di demek kurt de berê xwe da şikandina Kurdan. Ev bûyer dibûn sedem ku koçberiya Kurdan berdewam be. Ji aliyekî ve yên li Elmanya nedixwestin wegerin nav vê rewşa xirab û ji aliyê din jî dîtin ku di warê aborî de biser dikevin.

Êdî di vê demê de referansa Kurdan ne tenê PDK bû, referansên din ru dan. PDK di sala 1975î de qut bû û PUK hate damezrandin. Her çikas di navbera 1975-1976 de 300 hezar Kurd ji cihê xwe hatibûn derxistin jî, Elmanya wê demê ji wan tenê 250 revî girt. Ev reviyên yekemîn yên Elmanya fermî girtî bûn.

Buyereke vê demê yeke herî muhîm jî, damezrandina PKK bû. Heta vê demê di nav Kurdan de bi gelemperî berxwedaniya mafî di bin zagonên dewletên parker de dihat xwestin. Ji vê demê pê ve xwestina Kurdistaneke azad behtir dihat zimên.

Her çikas diyaspora Kurd wek sujeyekî di destpêka 2000an de xwe bibingeh kiribe jî, destpêka wê di vê demê de hate danîn.

Di vê pêvajgihê de bûyereke herî girîng pevgihana malbatan (Familienzusammenführung) bû û bi vê bûyerê hijmara Kurd, zarok û jinên Kurd zêde bû. Di vê pêvajgihê de Elmanya bêgav ma, cara yekemîn plan û proje ji bona malbatên koçberan amade bike.

Kurdan di sala 1978î de cara yekemîn Newrozek bi girseyek mezin li Duisburgê li darxistin. Di vê pêvajgihê de Kurdan di nav xwe de navê ”Tirk” guftûgokirin û xwe ji vî navî dur xistin. Ji dêla Tirk, “Türkiyelî” bi kar dianîn. Di heman guftûgoyan de xwestina xwe-cudakirina ji Tirkan bi dengên bilind dihat gotin.

Pêvajgiha penaberên ramyarî

Her çikas Kurd ji cihê xwe hatibin derxistin û revî bûbin jî, statuya koçberên Kurd ya penaberî (Asyl) e û ne ya revî (Flüchtlinge) ye.

Ev pêvajgih bi gelek aliyan ve hem pir dînamîk, hem jî trajîk e. Ji 1980î ve penaberiya Kurdan zêde bû. Di sala 1980î de darbeya siyemîn ya leşkerî li Tirkî ru da û fişareke bêhempa ya di dîroka Tirkî de li ser gel dihat kirin. Gelemperî zextên herî giran jî li ser Kurd, Elevî û kesên çep bûn. Ji bona vê yekê aktivîstên partiyên çep ji Tirkî rêvîn û gelek ji wan hatin Elmanya. Di nav van de hijmara herî gir ya kesên Kurd bû. Li gora Vezareta Federalî Ya Ji Bona Naskirina Biyaniyên Revî (Bundesamt für die Anerkennung ausländischer Flüchtlinge) di nava salên 1980î heta milenyuma nu de, kesên li Elmanya li ser penaberiyê dayîn, ji her bêncan çar Kurd bûn. Ev hijmarek pir mezin bû.

Çar salan piştî darbeya 1980yî, PKKê dest bi şerê çekî kir. Ji roja 15ê tebaxa 1984 di demjimera 21: 30î ve hem di erdniyariya Kurdan de, hem jî di navbera Tirk û Kurdan de xetek sor hate avakirin. Di sala 1980î de şerê Îran û Îraqê ku wek Şerê Yekemîn yê Kendavê (ŞYyK) tê naskirin, destpêkir û heşt salan berdevamkir. Li Îraqê di sala 1980î de dijî Kurdên Feylî de jenosîdek destpêkir. Lê belê li Îraqê bûyera herî mezin, di sala 1988an de ru da û Îraqê dijî Kurdan de li Helebçeyê gaza kîmyevî (Giftgas) bi kar anî û Qetlîama Helebçê ru da. Qatlîama Helebçe, beşek operasyona Anfalê (Beute) bû. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Al-Anfal (xenîmet) digirt. Tenê li vî bajerokî behtirî 5 hezar Kurd hatin qetil kirin. Ji 150 hezar behtir Kurd carek din ji cihê xwe hatin derxistin û revî bûn.

Li Elmanya karkerên Kurd di sala 1979an de pêşî KOMKAR (Federasyona Karkerên Kurd li Elmanya) û piştre di sala 1982an de KKDK (Federasyona Karkerên Demokratîk yên ji Kurdistanê) avakirin. Van saziyan bi gelemperî xebat ji bona welêt dikirin, lê belê di demek kurt de destpêkirin, ji bona Kurdên li Elmanya jî xebatan bikin. Bi van xebatan jihevcudabûna Kurd û Tirk behtir derdiket holê. Xwestinên medyaya bi zimanê Kurdî, perwerdekirina zarokên Kurd û hwd. dihatin zimên. Hêdî hêdî diyaspora Kurd gonê xwe distand. Di nav vê atmosferê de Parlamentoya Kurd ya Surgunê hate afirandin. Nêvenga azad ya diyasporayê ferzendên nu ji bona Kurd amade dikirin û Kurdan di vir de dest bi xebatên neteweyî kirin.

Di vî demê de newşên duyemîn yên Kurdên koçber di nav jiyanê de ne. Êdî di nav malbata Kurdên koçber de pirsgirekên navnewşî destpê dikirin. Her çikasî Kurd ji ber Kurdbûna xwe dihatin revîkirin jî, diskursa vê demê behtir li ser ya ramyarî (politisch) bû. Tevgera Kurd wek çepên Kurd dihatin şîrovekirin. Ji bona vê yekê qutbûna ji Tirkan di serî de di warê ramyariyê de ru da û girse bi ramana bîrdozî dihatin mobîlîzekirin. Ev kes di mijara siyasî de xurt bûn û bandoreke bihêz li Kurdên bê bîrdoz dikirin. Li ser bingiha doza sosyalîzmê civak behtir dihat sekulerkirin. Gonê koçberiya Kurd di vê pêvajgehê de bîrdoziya çepî bû.

Pêvajgiha penaberiya etnîkî

Salên 1990î ji bona bûyerên herema Kurdan koçberiya viyanî û ya ne viyanî bi her alî ve giha qada herî bilind. Di vê demê de civakên Kurd hem di nava xwe de, hem jî ji aliyê derveyî xwe de diketin nav tewgerek gir û dijwar de. Şer û zordarî ji aliyekî ve û beravajîbûna binyadên kevneşopî ji aliyekî din ve Kurdistan dikeland. Dîtbariyeke vê demê ya herî şênber, dise koçberî bû. Koça derveyî welat berê xwe carek din dida Elmanya.

Bûyerên li pişt vê pêvajgihê heman alî dijwar bûn. Di van salan de li bakurê Kurdistanê şer dijwar bû û Şevitandina Gundan di mijara koçberiyê de mijarek herî girîng bû. Hem ji aliyê civakî, hem cotyarî, hem kevneşopî, hem nasnameyî û bîra kollektîf de jiyancîhana hezaran êdî tu cara wê nebûbana wek berê. 3 hezar gund hatin valekirin û şevitandin. Li başurê Kurdistanê rewşa gelê Kurd heman bû û bi tevahî gelê Kurd di nav şer de bû. Di sala 1991î de Şerê Duyemîn yê Kendavê (ŞDyK) ru da. Di heman demî de li Başurê Kurdistanê Şoreşa Raperîn destpêkir. Di vê serhildanê de li ser axa başur Herema Qedexeya Firandinê ji aliyê Neteweyên Cîhanê ve hate pejirandin û Kurd ji bombebaranên balafiran hatin parastin. Bingiha federaliya Kurdistana başur hingî hate avetin.

Bi şerê 1991î de hijmara Kurên Başur li Elmanya zêde bû. Koçberiya Kurdên Bakur bi girseyî berdewam kir. Karaktera koçberiya vê girseyê ji aliyê sedemên koçberiyê ve cuda bû. Zext li ser Kurda dihat kirin anko Kurd bûn. Erîş direkt ji bona nasnameya wan dihatkirin. Mirhov kare di vir de hîpotetîk bêje ku erîş li çiyê mirhov were kirin, mirhov xwe bi vê dide naskirin. Ji bona vê yekê wan erîşan nasnameya Kurd carek din diafirand û zindî dikir. Li ser vê bingehê bercaxv e ku motîfa koçberiya vê pêvajgihê etnîkî bû.

Kurdên revî û koçber li Elmanya li gora dewletên parker azadiyek fereh dîtin û ev bi kar anîn. Xebatên ji bona welêt berfereh kirin. Di mijara saziyan de têkiliyên Kurd û Tirkan milîmîze bûn. Feyka-Kurdistan xwe ji saziyên din qut kir û nezîkî PKKê kir. Di van salan de erîşên Kurdan yên li ser dezgehên Tirkan jî zêde bûn. Elmanya, ev erîş kirin sedema qedexekirina PKK û 34 hevalsaziyên wê.

Her çikas jiyana takekesiya Kurd li diyaspora di berdewamiyeke li ser lingan jî bu, jiyanek Kurdî ru dida. Êdî navên zarokan Kurdî bû, xwendin û nivîsandina Kurdî berfereh bû. Newşên duyemîn yên Kurdên penaber êdî diketin nav jiyanê de.

Ji aliyekî qedexekirina PKK, ji aliyên din zêdebûna çalakiyan û hijmara Kurdan li Ewrupa rewşek dijraber diderxist holê. Elmanya her demî ev qedexekirin dida dijî xwestina mafên kemneteweyî û naskirina nasnameya Kurdî.

Bi salên 1990î ve hijmara yên wek penaber hatîn ji ya yên wek karker hatî, zêdetir bû. Gelemperiya gelê civaka Kurd hate organizekirin. Êdî li ser civaka Kurd li Elmanya firaşeyek civakî ya ku hezê xwe ji bîra Kurd distand, domînant bû. Êdî cîhanê bi sitatuya ontolojiyek azad li gelê Kurd dinêrî û Kurdan jî xwe wusa didît. Kelaş zindî dibû. Êdî mirhovan henekên xwe bi wan kesan dikirin, yên bi zimanên dewletên parker diaxivîn, navên wan li zarok û kargehên xwe dikirin, bi wan re dizewicîn û hwd. Bi afirandina van binyadan ji yaliyekî ve rê ji bişavtina ji aliyên dewletên parker dihat girtin û ji aliyekî din ve, yên hatîn bişavtin, carek din li nasnameya xwe ya etnîkî diwegerihan. Lê belê hêjayê gotinê ye ku rê hinekî li bişavtina dewletên parker hatibe girtin jî, bişavtina Elmanî destpêdikir û ev mijar hingî diçe wateyek girîng digre.

Pêvajgiha avakirina kêmneteveyî

Her çikas ji aliyên gelek kesan ve nehatibe dîtîn jî, di salên 2000an ve hebûna Kurd li Elmanya cihê xwe bi xwe afirand. Hem ji aliyê binyadî, hem entegrasyonî hem jî di ramana pêşerojî de koçberên Kurd runiştîn. Di ser de êdî Kurd xwe wek sujeyek bi ontolojiya xwe ji nu ve diafirênin. Ev û hinek sedemên din pêkan dide mirhov, peyt bike ku Kurdên penaber jî heta salên 2000an xwe niştecih (Ansäsig) kirin û piştî vî demî bi Kurdên karker re bicihbûn.

Ji salên 2000î û vir de civata Kurd xwe wek kêmneteweyeke alokton (allochthone Minderheiten) afirand. Her çikasî ji aliyekî ve, ev pêvajoya bicihbûn çedibû jî, bûyerên ku dibûn sedema koçberiyê berdewam bûn.

Sala 2003an bi şerê Îraqê derbas bû. Emerîqiyan Îraq dagir kir û serokê wê Seddam dan erdê. Herema Otonom ya Kurdistan li Îraqê xwe behtir bi cih kir. Her çikas hinek Kurd piştî vê bûyerê wegerihabin Başur jî, ji aliyên din, koçberiya ji Kurdistanê berdewam dikir. Wek mînak, di sala 2000 û 2001î de ji % 85 mirhovên wek penaber hatîn Elmanya Kurd bûn. Di salên pêjerojê de derketina DAÎŞê pêşî li Surî, piştre li Îraqê bû sedema pelek din ya koçberiya Kurd û gelemperiyên wan xwe gihandine Elmanya. Fermana 74an ya li dijî gelê Êzîdî, Şengal vala kir û kutleyên mezin koçî Elmanya kirin.

Di vê pêvajgihê de cudatiya newşan di malbatê de xwe berfereh kir û civata Kurd pir gonî dibe. Semiyanek Kurd hate berhev. Newşên nu di her qada civakê de cih digrin. Di vê demê de runiştina saziyên Kurd pêk tê. Her çikas bandora partiyan berdewam jî be, êdî saziyên Kurd karin wek aktoran tewger bikin û diyaspora Kurd xwe wek sujeyek/kirarekî bi serê xwe dirunêne.

Bi rudana vê pêvajgihê Tirk, Ereb û Fars zêdetir dilgiran in, anko Kurd êdî wek kirar karin derkevin pêşiya dewleta Elman. Giraniya Kurdan di mijara perwerde û medyayê de zêde bûye.

Bi vê pêvajgihe diyaspora Kurd bi nav û deng bû. Netewetiya Kurd sînorên neteweyî derbas kirin û torek navneteweyî ava kirin. Di vê pêvajgihê de karaktera neteweya Kurd di warê koçberiyê de wek Neteweyek Piştî-Neteweyî ava bû. Hê newe naskirin jî, hebûna nasnameya Kurd di rêvenga piştî-neteweyî de aktorek sereke ye.

Daneyên ber caxv didin xwiyakirin ku di pêvajgiha pêşerojê de Kurd wê rewşeke “xweserî” avabikin. Avakirina civatek xweserî pêşemerca herî girîng ya li pêşiya civaka Kurd e. An wê Kurd vê pêvajgehê (Station) bi rastî ava kin, an jî wê her demî di bin bandora hindikahî/kêmneteweyî (Mînorität) de di navbera polîtîka Tirkî-Elmanî de werin înstrumentalîzekirin.

Wek encam

Ev pêvajgihên jor didin xwiyakirin ku koçberiya Kurd ji salên 1950î ve di hinek pêvajgihên dîrokî de zêde, di hinekan de kêm bûye, lê belê berdewam kiriye. Ev koçberî bi gelemperî koçberiya ne-viyanî (unfreiwillige Migration) ye û di pişt pêlên koçberiyê de şer, rêvîbûn, bêwarbûn û hwd. hene. Ji salên 1980î ve hijmara penaberên Kurd qadeyek bilind digre. Ev jî karaktera bingehîn ya diyaspora Kurd dideyne.

Civata Kurd hem ji bona dînamîkên siyasî, aborî, nasnameyî, zext û zorî ku rewayiyên (Legitimatin) tewgera Kurd diafirênin, hem jî ji bona koçberiya ku encama vê pêvajoyê ye, pir politize bûye. Ev xal ji bona ji-nuve afirandina binyadên civakî hem mijarek erenî, hem jî mijarek nerenî ye. Encam wê di pêvajoyê de derkevê holê. Ev jî peyvirekê pêvajgeha pêşerojê yanî ya xweserî ye.

Lê belê hêjayê gotinê ye ku rudanên nu yên civak û gelê Kurd yên li jor hatine danîn, li gora rewşa Kurd ya heta 1960î ne. Yanî, wekî mirhov guhertinên berî û piştî salên 1960î dide ber hev, ev pêşketin xwiya dikin. Wekî mirhov rewşa Kurdan di cîhana sivîl de şîrove bike, wêneyek din xwiya dike. Lê pewist e, werê dîtin ku wekî mirhov hezê koçberiya Kurd ya ji-ber-xweyî bi heza tê aktivkirin, dide ber hev, dibîne ku Kurd parek kêm potensiyala wî hezî bi kar tênin. Ne sazikirina wan, ne karsazî, lobî û hwd qasî potensiyela wan e, ne jî hilbirandinên wan yên aborî, çandî, hunerî û hwd. Li gora potensiyela wan e. Rudana suje na takekesiya Kurd wê ramanê derdixê holê ku koçberên Kurd di pêvajgiha xweserî de wan kêmasiyên xwe hinekî çareser bikin û zêdetir potensiyela xwe çalak bikin.

Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol