Pêşenga diyaspora Kurd
Kurdan berî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn li Ewropa sazî avakirine. Ev jî dide xwiyakirin ku hijmarek gir ya Kurdan wê demê li Ewropa hebûn. Em karin bandora Ewropa, bi gotineke din, bandora modernîzma rojava, di nav Kurdan de di sedsala 18 û 19an de peyt bikin, em karin bêjin, ku bandoreke guherandina civakî bi afirêne, mixabin ne derketiye holê. 
celadedusureyya
Celadet Bedirxan û Sureyya Bedirxan.
Belavke
Paylaş

Di xwezaya xwe de, rastî hev hatin bi xwe re danûsitandinê têne. Miho* kare mijara rastî hev hatina Kurd û Ewropayan bi du perspektîva şîrove bike. Yek jê ya zindî ya din ya ramanî ye. Wek em jî tekstên li berdest diderxin, rastî hev hatina Kurdan û Ewropiyan behtir bi Elmanan re çebûye. Sedema vê ya herî mezin di têkiliyê Elmanan û oriyent de ye. Bi gelên din yê Ewropî re jî li ser rêya misyonerîtî û kolonyalîzmê ye. Alaqaya Elmanan ya oriyent ji Osmaniyan derbasî Kurdan nebûye. Rastî hev hatina mîsyoneran ji sînorên olî û ajîtasyona Osmaniyan ne bûrî ye. Cîranên Kurdan yên Ermenî bandorek xurt ji misyoneran girtin û di dawî de gihana armanca xwe. Ya koloniyalîzm jî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bûye qurbana nezanî, bêyekîtî û beredayiya Kurdan.

Her çikas li vê derê qala hinek bûyerên li rastî hev hatin yên zindî were kirin jî, miho kare bêje, ev rastî hev hatin, ne di rewşeke danûsitandinê de bû. Anko em karin bandora Ewropa, bi gotineke din, bandora modernîzma rojava, di nav Kurdan de di sedsala 18 û 19an de peyt bikin, em karin bêjin, ku bandoreke guherandina civakî bi afirêne, mixabin ne derketiye holê. Ji bona vê encamê, pewist bû Kurd li benda sedsala 20an bimênin.

Yek ji bûyerên nas yê ku Kurd û Elman zindî rastî hev hatin, bûyereke di sala 1835an de ye. Hinga arteşa Prusya di bin emrê Friedrich Wilhelm yê III. de bi arteşa Rusî ya di bin emrê zavayê wî Zar Nîkolas yê I. de, di havîna 1835an de ji bona manevrayeke hevparî li Kalîş (Kalisch/Kalsiz) hatin cem hev, di nav wan de leşkerekî suvarî yê Êzîdî hebû ku ji Ermenistana Rusyayê bû. Ev suvarê Êzîdî hingî di hunerê suvariyê de jêhatî bû, bûbû mijareke mezin ya medyaya wê demê. Suvar pir meşur bûbû. Ji bona vê naskirina wî, ev vexwendin Berlînê. Ev kes piştre li Ermenîstanê rastî Baron August yê Haxthausen dibe û ev Baronê Elman hem hunerî wî, hem dostaniya Êzîdiya di pirtuka xwe de dinivîse.

Rastî hev hatina Kurd û Elmanan ya li ser rêya leşkerî ya didoyê di Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de ye. Gava Arteşa Sor (Roter Armee) ya Sowyet di nîsana 1945an de ketî Berlînê de ku Berlîn ji rejîma Hîtler azad bike, di nav wan leşkeran de hijmarek mezin Kurdên kafkasya, behtir yên Êzîdî, lê belê yên Misilman jî, di nav wan de hebûn.

Ev herdu bûyer, di nivîsê de diyar in. Hêjayê gotinê ye ku xebatek zanyarî bi teybetî li ser rastî hev hatina Kurd û Elmanan nehatiye amadekirin. Ji bona vê yekê miho nikare bêje ku ev herdu bûyer tenê ne.

“Di Nav Kurdistana Hov Re”

Demên ku cîhan bi bandora rudanên ronahiyê şiyar dibû, gel dihatin afirandin, sînorên neteweyî dihatin danîn, demokrasî belav dibû, aborî pêş diket, nasnameyên kollektîf diruniştin, huner, edebiyat, amûrên medyayî belav dibûn, Kurd di rewşek din de bû û ji wan rudanan bêpar diman. Di heman demî de navê Kurdan û Kurdistan bir romantîzma Hovên Zadegan (Edler Wilder) re dihat girêdan.

Dema ku Kurd li Elmanya, li Ewrupa û bi tevahî li cîhana rojava kêm heyî, navê wan û welatê wan bi romana nivîskarê Elman Karl May (1842-1912) ya bi navê “Di Nav Kurdistana Hov Re” (Durchs wilde Kurdistan) ya di sala 1892 de hatiye veşandin, bi navûdeng bûbûn. Wek Jean Jacques Rausseau, May jî “heyrana Hovên Zadegan” bû. Wê demê atmosferek wusa hebû ku çandên kevin wek yên herî zelal, orjînal û baş dihatin dîtin. Berhemên vê ramanê hem di feylosofî, edebiyat, rêbaza pergalî, civaknasî û hwd. dihatin afirandin. Jean Jacques Rausseau wek pêşengê vê pelê tê dîtin.

May bi rêznivîsên xwe yên di bin navê “Orinetzyclos” nas e, lê belê tu cara neçuye oriyent (Rojhilat). Gelek nivîsên xwe di girtihê de nivîsandine. Ev fantaziyên di serê Karl May de, ew çarçove ye, ya ku Edward Said dijî derketiye. Ev oriyent, ya ku Cihana Rojava nasnama xwe dijî wê de ava dike, tune ye. Tenê di serên wan de heye û bi vî alî kirine serê me de jî. Ji bona ava kirina nasnameya oksîdent, yên oriyent di bîrûbaweriyên xwe de “konstrukte kirin”. Ji bona vê yekê Karl May mînakek tîpîk ji bona “nerîna Ewropa-Navendî”, “Oriyentalîzm” û “Exoterîk”ê ye.

Ev pirtuka Karl May ji aliyê firmayeke Elmanî-Îspanî ve wek film jî hate çekirin. Fîlm cara yekemîn 28ê rezbera 1965ê de di sinemayê de ji aliyê rejîsor Franz Gottlieb ve hatiye danîşandin. Ji bona vê yekê hemen hemen zarokên ku di navbera 1892 û 1990an hatine dîne, bi navê Kurd û Kurdistanê nas bûn û wekî rastî yekî Kurd dihatin, şad dibûn û qala xwendina pirtuka Karl May ya zaroktiya xwe dikirin.

Ji bona mijara îmaja Kurd ya li Ewropa, berî her tiştî ya li Elmanya, ev pirtuk û film pir girîng in. Nav û nirxê navê Kurdan, berî Kurd di nav civaka Elman de ru bidin, belav bûye. Dibe ku dîmenên romantîk yê Kurdan yê di serê Elmanên îro de ji wê demê tê. Hêjayê gotinê ye ku hinek wê dîmenên di serê Elmanan de ya ku Kurdan wek “gelekî hêjar û bindest” dibîne, wek rameke erenî dibînin. Lê belê pewist e, were gotin ku ev raman berxwedana Kurdan romantîze dike, wan weke gelekî ku “nikarin xwe bi rêvebibin” dibîne û rê li azadbûna wan digre.

Wek em di nivîsa piştî vê re li ser rawestin, bi peymana di navbera Elmanya û Tirkî de, di 10 (an 30)’ê cotmehê 1961î de hatî navnîş kirin de, rêya Ewropa ji mirhovên Kurd re jî hate vekirin. Bi gelemperî piştî salên 1970yî hijmara Kurdan zêde bû.

Literaura Kurdistan li nêvenga zimanê Elmanî de

Ne pewist e ku mirhov qala bibliografyayên Navenda Lêkolîna Kurd-Navend ya sala 2002yan veşane bûyî, an ya Gerda Hansen di sala 1994 an jî ya Poppenburg di sala 1987 di zimanê Elmanî de bike. Di zimanên din de jî bîbliyografya, yên wek ya ji aliyê Coyce di sala 1989 de hatine veşandin. Wekî mirhov li hijmara veşanan dinêre, girseyek qerase ya lîteratura li ser Kurdan heye. Lê belê hijmara xebatên empîrîk û zanyarî jî di nav wan de wulkasî kêm in.

Xebata Karin Kren ya di sala 2000an de, di nav rêzeveşanên Kurdolojî de hatiye veşandin, rameneke baş li ser lîteratur, lêkolîn, nûzafên gerê û hwd. dide. Karin Kren di xebata xwe de 1000 pirtuk ku bi zimanê Elmanî hatine veşandin, şîrove dike. Di nav pirtukan de hinek jê li ser Kurdan e û hinek jê jî, têde qala Kurdan tê kirin. Yanî wek Kren dibêje, bi rastî jî bingihek ji bona lêkolînên Kurdolojî, an jî yên Kurdish Studies li Elmanya hatiye afirandin. Ji bona vê yekê gelek kes Elmanya wek “Welatê Kurdolojiyê” dibînin.

Bi hêviya ku bala hinekan bikşêne, pewist e di xebata Kren de qala du pirtukan were kirin. Ev herdu pirtuk jî nûzafên gerê ne. Her çiaksî ne bi tevahiya xwe li ser Kurd û Kurdistanê jî bin, ji bona Kurdolojî giring in, anko geştyar li Kurdistanê jî geriyan e. Hê Kurdan qed destê xwe nedana wan herdu pirtukan. Yek jê ya Georg Christoph Fernberger e:

“Kurtzer summarischer Ausczug der ansehnlichen und gancz verwunderlichen Raiss, So der Edl und Gestreng Herr Georg Christoff Fernberger von Egenberg auf Österreich ob der Enss in die Türckej nach Babylon und entlich in die Orientalische Indien verricht und folgendts durch Persien, das gelobte land, Poln und Littaw wieder in seinen Vatterland angelanht ist.”

Ev pirtuk di “Österreichische Nationalbibliothek, Handschriftensammlung: Cod. Vind. Palat. Nr.8135, S.69r-72v” de ye.

Ya din ya, Oskar Freiherr von Mitis e:

“Beschreibung der Rayss so ich Hanns Christof Teufel Freyherr zu Gündersdorff etc. den neundten Septembris im aintausent fünffhundert unnd im sieben und achtzigsten Jar von Venedig auss nach Constantinopel unnd von dannen gegen Aufgang vorgenommen unnd mit Gotes Hilff den dreyzehenden Martii im ainundneuntzigsten Jahr glücklich geendet, da ich bemelten Tag zu Venedig mit guettem Wind wieder ankhomen.”

Ev pirtuk wek; “Mitis, Oskar Freiherr von (1907): Die Orientreise des H.C.Freiherr von Teyfel 1587-1591. Wien. Monatsblatt des Vereines für Landeskunde von NÖ 22, 6, 4.S” jî tê binavkirin û di “Lichtensteinschen Bibliothek in Wien (Sign. 1,1,19)” de ye.

Ev herdu pirtuk li benda lêkolînerên Kurd in ku bi nerîna Kurd werin xebat û şîrove kirin.

Sîmayên Nas

Di daviya sedsala 19an de Kurd li devletên Ewrupa yên wek Fransa, Çekoslowakaya wê demê, Swîsre, Îngîlîztan, Îtalya, Avusturya, Elmanya xwiya dikin.

Seîd Paşa di xizmeta Osmaniyan de bû. Di sala 1883´an de wek serbalyozê Osmanî hatibû Berlinê. Zarokên Seîd Paşa li Elmanya xwendin. Yek ji wan Şerîf Paşa bû. Şerîf Paşa ku wek “Şerîfê Xweşik” an “Şerîfê Qelew” dihat naskirin, bi salan wek burokratê Osmanî li Berlîn kar kiribû. Şerîf bi jiyana xwe ya di nav kesên dewlemed û bûrokratên Elman de hatibû naskirin.

Dema eşkere bû ku Dewleta Osmanî wê ji erdê rabe, ev jî wek Kurdên din, li ser pirsa “pajeroja gelê Kurd” ya piştî Dewleta Osmanî rawestiya. Şerîf Paşa wek serokê Nunertiya Kurdan ya Sevrê bi Ermeniyan re tevlî gotûbêjên peymana Sevr´ê bûbû. Di Peymana Sevr´ê de mixabin dewletên Ewropî Şerîf Paşa û Nunertiya Kurd wek gruba Ermeniyan nedîtin. Ermenî gihana armanca xwe, lê Kurd bi ser neketin. Li gora gotina, piştî dît ku Kurd di Peymana Sevr´ê de bi ser neketin, çu Swîsreyê û jiyana xwe di qesra xwe de berdewam kir.

Kesayetên bi nav û deng

Di sala 1904´an de Kurdekî bi navê Javad Kafi li Berlîn Zanyariya Dadweriyê (Rechtswissenschaft) dixwêne û li vir xebatên rojnamegeriyê dike. Di Rojnameya Berlîn (Berliner Zeitung) nivîs veşandiye. Bi navê xwe hatiye naskirin.

Têkiliya Bedirxaniyan bi Ewropa re di demên 1920an de tê danîn. Celadet Alî Bedirxan bi birayê xwe Kamuran ve di sala 1922an de tê Elmanya. Celadet li Mûnîhê di zanîngeha Ludwigs-Maximillian de beşa dadmende dixwêne. Bedirxaniyan li Ewropa bingiha rêzimana Kurdî danîn.

Kamuran Bedirxan li Leipzigê xwend û di sala 1926an de doktora xwe amade kir. Ji sala 1947an ve li ser dibistana mezin ya Parîsê dersê zimanê Kurdî dan. Di heman salê de bû doçentê École Nationale des Langues Orientales Vivantes.

Kamuran bi hevalên xwe re di sala 1949an de Navendeka Lêkolîna Zimanê Kurdî vedike. Ev navend bû sedem ku gelek xwendewan hatin Ewropa. Wan kesan di zanîngehê de dersên xwe zêde kirin.

Abdulla Qadir di salên 1930an de li Elmanya jiyan kiriye. Qadir li Elmanya li ser dîrok û etnografyaya Kurdan di zanîngehê de ders daye. Tiştek balkeş ev e ku vî di dema nasyonal sosyalîzmê de, di bin seroktatiya Hîtler de li Elmanya jiyan kiriye.

Kamal Fuad (1932-2014) sîmayek aktîf ya diyaspora Kurd bû. Di sala 1960´î de hate Elmanya û li vir hem xwend hem jî doktora xwe amade kir. Fuad di navbera 1959-1963 de seroktiya KSSE kir.

Di salên 1960î de Kurdekî bi nav û deng, Teyfîq Wehbî (1891- 1984) li Îngîlîztanê di dibistana School of Oriental and African Studies mamostetî dikir. Ferheng û xebatên wî yên zimên hene. Di serî de wek serbazekî Osmanî ye. Wekî Îraq tê afirandin, diçe wir û dibe wezirê perwerdeyê.

Bavê Hilmî Abbas Kurd, diya wî Avusturyayî ye. Li Berlîn tê dinê, lê belê li Kurdistan mezin dibe. Ji sala 1947e ve li Wilmersdorf û Zusdorf jiyan kiriye. Wî pirtukek bi navê “Sitranên Kurdan yên kevin yên şer û evînê” (Altkurdische Kampf- und Liebeslider) di sala 1964an de û yek bi navê “Pirtuka Kurdan ya nehatî nivîsandin: Mît û destan” (Das ungeschriebene Buch der Kurden. Mythen und Legenden) veşane kiriye. Ev xebata wî ji aliyê veşanxana Diederichs im Heinrich-Hugendubel-Verlag, Kreutzlingen li Mûnîhê di sala 2003an de veşane bûye. Di vê pirtukê de çîrokên zaroktayiya xwe ya li derdora Wanê derbas bûyî, dane hev. Hilmî heman demî wênesaz e. Pirtukek Wî ya li ser kulînê jî heye.

Saziyên Pêşêng

Kurdan berî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn li Ewropa sazî avakirine. Ev jî dide xwiyakirin ku hijmarek gir ya Kurdan wê demê li Ewropa hebûn.

Yek ji wan saziyan ya li Swisrê ye ku di sala 1913an de ji aliyê xwendewanên Kurd ve wek Komela Xwendewanan ava bûye. Têkiliyan van bi xwendewanên li Sitanbolê re hebû.

Di sala 1949an de jî xwendewanên Kurd yên ji Rojava û Rojhilat dîse li Swisreyê komeleke xwendewanên Kurdan bi navê “Komelaya Xwendewanên Kurd li Ewropa(Vereinigung kurdischer Studenten in Europa) ava kirine. Piştî salekî ev komela xwe diveşikilêne.

Berî ku Tirk û Kurd wek “Koçberên Mehvan” werin Elmanya, hejmarek mezin, bi gelemperî xwendewanên Kurd li Elmanya hebûn. Wan jî di sala 1956an de komela xwendewanan ya bi navê “Civaka Xwendewanên Kurd li Ewrupa “ (Kurdish Students Society in Europe – KSSE) li bajarê Elmanya li Wiesbadenê avakirin (Jan Ilhan Kizilhan: Kurdische Diaspora, Migration und Transmigration). Hejmara mezin ya wan koçberan ji Rojhilat û Başur bûn. Vê komelê baleke gir dida Kurdan û ji bona vê yekê şaxeke xwe ya veşartî li Sitanbul vekir, lê belê ne di demek direj de asayîşa Tirk ev keşf kir û bela kir. Carna hijmara şaxê wê digiha şazdehan. Di sala 1962an de hijmara endamê wê giha 230, di sala 1965an de gihabû 450 û di nav wan de hijmara endamên wê yên ji Bakur, ji 20an kêmtir bû. Di demek kurt de hijmara endamê wê giha 3000an. Wekî PUK ji PDK qut bû û hate avakirin, ev komel jî qut bû.

Di serê salên 1960î de di Berlîna Rojhilat de radyoya bi navê “Radyoya navnetewî ya Berlîn” rojê çar caran veşanên Kurdî dikir.

Anko kevneşopiyeke nivîsandina “Jînenîgarî” (Biyografî) yan wan kesan, bilî hinekên wek Nureddîn Zaza, yên pêşengiya koçberiya Kurdan li diyasporayê kirîn, mixabin tune ne, miho nikarê demên wan mirhovan bi nerîna îro bixwene û şîrove bike.

Îro koçberên Kurd civateke herî mezin ya Elmanya ye û yek ji wan civaka ye, ya ku xwe xurt bi sazî kiriye.


* Piştî pêşdekirina nivîsa Kurdî û li berhevdana Kurdî û zimanên din yên wek Îngîlîzî, Franzî, Elmanî dide ber hev, eceb dimêne, gelo çima em alavekê di zimanê xwe de heyî, bikar naynin. Ev jî peyva “miho” ye. Bi hesanî tê peyt kirin ku peyva di wan zimanên din de ya “man, men”, di Kurdî de “miho” ye. Bi rastî jî min hewl da ku ez peyva runiştî ya “mirhov” bi kar bênim, lê belê her cara, ez bi kar tênim, ez naxlete li xwe tênim. Ji bona vê yekê, ji vir û pê de, ezê peyva di wateya “mirhov wek kes, wek yek kes, wek yekî xweyî viyana aksiyonê” yanî wergera peyva “man, men” ya di zimanê din de, ya Kurdî “miho” bi kar bênim û vê peyvê ji peyva mirhov (human) cuda bikim.

Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol