Rewşa sazîbûna Kurd li Elmanya
Sazî ji lêkera “sazîkîrin” tê û bi nêrîneke berfireh, mirhov kare bêje ku di her beşên civakî de sazîkirin heye. Lê belê hindik ji wan tevger dibin sazî. Pewist e Kurd li van tevgerên sazîkirine binêrin û ji gelekan sazîyan biafirênin.
hawar
Hawar Amini - Bênav (Amûrên têkel li ser rûpelê 69×97cm)
Belavke
Paylaş

Her çikas li gora wateya xwe gelek kes alaqayekî pê ve nebînin jî, mijara sazîbûna Kurdan hem li welêt hem jî li diyasporayê nîşana rewşa wan ya aktuel dide xwiyakirin. Wekî mirhovek bixwaze, li ser Kurdan ramanekî ava bike, bila li saziyên wan binêre. Di nivîsen din yên di Geremolê de hatine veşandin de hate xwiyakirin ku potensiyeleke pir gir ya koçberên Kurd heye, lê belê hê ev potensiyel kînetîk nebûye. Sedema neçalakkirina vê potensiyelê ya herî muhîm, sedema lawaziya sazîavakirina Kurdan e.

Guftûgoyên ku îro hem ji aliyê Kurdan ve hem jî ji yên aliyên ne Kurd ve tên kirin, karin bi mijara sazîbûnê werin kontrolkirin, gelo bingiha wan vegotinan heye an no? Pêşeroja gelê Kurd bi çendan (Quantitativ) û hêjabûna (Qualitativ) sazîbûnê ve giredayî ye. Kesê bixwaze serkeftin û neserkeftina berxwedaniya gelê Kurd bipîve, kare li rewşa sazîbûna wan binêre. Bersiveke herî bibingeh ya pirsa; “gelo çima gelê Kurd bê dewlet e?” bersiva sazîbûna gelê Kurd e. Sazîbûn qeymaxa dîroka Kurd e. Mirhov kare hebûn û hêza çina navîn ya civakên Kurd bi saziyan ve şîrove bike. Pirsa, gelo civaka Kurd gihaye qada  “afirandina çandê”, bi sazîbûna wan ve şîrove bike. Mirhov çikas qedr, qiymet û wateya sazîbûnê bêje, nikare têra xwe bêne zimên. Ji bona vê yekê jî, mirhov dibîne ku dewletên parker her demî tunekirina sazîbûna Kurd ji xwe re kirine armanc û her demî jî bi ser ketine.

Lê belê berî ku were jihevderxistin, gelo sazî li vir bi çi wateyê tê pênaskirin, pewist e, xeletiyeke bingehîn ya di mijarâ sazîbûnê de were vegotin. Sazî gelek caran û ji aliyê gelek kesan ve tenê bi wateya “peywirgehên ji aliyê hinek têkildaran ve ji bona serêrastkirin an bidestxistina mijarekî tên avakirin” têgihiştin. Yanî gelemperî wek komel, partî û hwd. (yanî wek saziyên wargeh) tên dîtin, lê sazîbûna ramyarî (îdeolojîk), diskursî, nasnameyî û hwd. (yanî saziyên idealî) di peyva saziyê de tê piştguhkirin. Ev herdu cureyên sazîbûnê bi hev re konditionel girêdayîne, hev diafirênin, pêşve dibin û teşeyekî di afirênin. Anko pirsgireka cih heye, wê li vir guftûgoyeke kur newe kirin û bi teybetî mijara saziyên Kurd yên diaspora were şîrovekirin.

Tiştek bercaxv e ku li Elmanya herî pir saziyên nezîkî PKK, piştre saziyên nezîkî Komkar û di xala sisêyan de saziyên Civaka Kurd li Elmanya (Kurdische Gemeinde Deutschland KGD) hene. Hêjayê gotinê ye ku saziyên nakevin nav van sê kategoriyan de jî hene, saziyên Eleviyan, Êzîdiyan, Lîberalan û hwd. jî hene. Lê belê wê li vir lîsteyek van saziyan newe danîn.

Mijara saziyên diyaspora Kurd ne bi tevahî hatiye serêrastkirin, ne hatiye lêkolînkirin, ne jî ronahiyek di pêşerojê de ji bona modernizekirina saziyên heyî, tê xwiyakirin. Ji aliyekî ve Kurd civakeke sazikirî ne, ji aliyekî din ve saziyên Kurd li gora çendana wan pir lavaz in û bi paradoksiyan ve xemilî ne. Wê li vir, çend xalên muhîm yên mirhov li ser sazîbûna Kurd caxvder dike, bi kurtasî werin şîrovekirin:

  • Paradoksa hebûn û hêza saziyên wargeh
  • Bêwargehiya saziyên îdeal
  • Faktorên derveyî û lawaziya navxweyî
  • Paradoksa “Sazî ji bona partiyan e û gel ji bona saziyan e”
  • Rastiya “Ne sazî, lê wateya saziyê narune”

Hêjayê gotinê ye ku ev xalên li jor hatine danîn, bi tevahiya xwe ji bona saziyên Kurd yên diyaspora jî di rewacê de ne. Pewist e mirhov bêne ber caxvên xwe ku her xaleke li jor hatî danîn, di nav xwe de paradoksên xwe hene û pewistiya guftûgoyeke girîng nîşan didin. Ji bona vê yekê ti îddiaya vê gotarê ya “herî rast” tune ye.

Paradoksa hebûn û hêza saziyên wargeh

Di gelek xebatan de tê gotin ku Kurdên koçber li Elmanya piştî koçberên oldar yên herî bi hêz in, yên xwe organîze kirine. Gelo bi rastî wusa ye? Ji 1980yî ve Kurdên Bakur û bi gelemperî di bin ramyariya PKK de aktorên herî girîng yên sazîbûna Kurdan in. Berbicaxv e ku ji bilî yên nezîkî PKKê, saziyên partî, kom û aliyên din yên Kurdan pir ne xwiya ne. Her çikas ti saziyên herema Kurdistana başur yên fermî nebin jî, yên partî û aliyên vê heremê jî ne bi ber caxv in. Her çikas civata Kurd li Elmanya gir jî dibe, newş ji hev cuda jî dibin, jiyancîhanên pircure ru jî didin, mirhov saziyên ji bona van rudanên nu nabîne.

Bêwargehiya saziyên ideal

Ji bona ku ev xal were têgihiştin, pewist e, were vegotin û têkili bi saziyên idealî were girêdan. Saziyên îdeel ev in, wekî raman, îdeolojî an diskurseke ku di nav civakekî de bi serê xwe hebe û bi dem re formeke eşkere bistêne û wusa qeyda xwe di nav civakê de bigre û rêzên xwe biafirêne, dibe sazîbûneke ideelî. Sazîbûna îdealî heman demî reglentasyona civakî ye. Wek mînak, Tirkî ji avakirina xwe ve hevl dide, neteweistiya Tirkî di nav gelên Tirkî de sazîbûn bike.

Wekî mirhov caxvderiyeke gelemperî bavêje ser civaka Kurd, kare bêje ku ji salên 1960an ve civaka Kurd di bin bandoreke mezin ya guhertinên civakî, aborî, çandî, zayendî, hawirdor û nasnameyî de ye. Teşeyên kevin bi yên nu re tê guhertin, tiştên nu di civakê de cih digrin. Civaka Kurd herî diçe xwe behtir nas dike, cihekî xwe di cîhana sivîl de digere, xwe modern dike. Ev jî tê wê wateyê ku rudanên nu, yên wek curebûna nasnameyî, jêrçand, jiyancihanên nu, ramyariyên bi cure û hwd. di nav civaka Kurd de derdikevin holê. Qayîmbûna civaka Kurd bi wê pirsê ve girêdayî ye, gelo ev rudanên nu di civaka Kurd de sazîbûn (Institutionalisierung/kurumsallaşma) bûne an no? Di vê gotarê de tê îddiakirin ku ev sazîbûnên îdealî di nav civaka Kurd de hêdî hêdî dirunin, lê belê saziyên wargeh, yên wan mijara bikin kar û bernameya xwe, kêm in. Yanî wekî sazîbûna îdealî pêş ketibe û saziyên wargeh yên rudanên nu nebin, li vê derê pirsgirekeke gir ya sazî heye. Ev saziyên wargehî, yên ku îro hene, refleksiyona rudanên nu yên civaka Kurd in. Yanî saziyên şenber, rudanên sazîbûnên razber in. Wekî ramana polîtîk di nav civaka Kurd de hevkasî bela nebûbana, hevkas saziyên wargeh yên siyasî jî nederdiketin. Yanî saziyekê (wargeh) hingî dibe aktor, wekî li ser bingiha sazîbûna îdeelî rune. Ji bona vê yekê saziyên polîtîk aktorên sereke yên repsentasyona gelê Kurd in.

Mixabin, pirsgireka sazîbûn ya bi vî alî pir qiymet û alaqa nabîne. Her çikas hinek lêkolîn li ser nasname û ramana netewebûne werin kirin jî, ev xebat ne sîstematîk in û gelemperî mijarên xebatên doktora ne. Yanî bêwargehiya sazîbûnê pirsgirekek bingehîn û veşartî ya gelê Kurd e û pewist e, ev mijar êdî were guftûgokirin.

Faktorên derveyî û lawaziya navxweyî

Pirsgireke din ya sazîbûna civaka Kurd ya konjunkturel ev e ku dewletên parker wek faktoreke derveyî her demî bi serdikevin, saziyên Kurd tune bikin. Anko têkiliyên Tirkî û Elmanya pir xurt in û dîrokî ne, mirhov dibînê ku di nav dewletên Ewrupa da herî behtir zext ji aliyê  Elmanya ve li ser saziyên Kurd tê kirin. Wekî mirhov têne ber caxvên xwe, çilo dewleta Tirk bi konsolos, medya, navend, komel û saziyên din yên koçberên Kurd li Elmanya di salên 90î de dijî saziyên Kurd de berxwedaniyeke bêdem û dijwar dayîn, kare têbigihişe ku faktorên derveyî bi gelemperî bandoreke nerenî li ser sazîbûna civaka Kurd dikin. Anko ev mijar pir nas e, wê li vir behtir newe guftûgokirin.

Ji bilî van faktoren derveyî, faktorên navxweyî hene ku hem konyunkturel hem jî strukturel in. Ev rewş jî sazîbûna civaka Kurd lawaz dike. Pirsgireka faktorên navxweyî pir cure ne. Ji hijmarê heta cure, ji binyadên van heta xebatên van saziyên ji bona herdu faktorên hatine gotin, bi pirsgirek in. Wek mînak; wekî mirhov ji destpêka sedsala 20an heta 1980iyan li saziyên Kurd dinêre, kare bêje ku ji avakirina van, avakirên van, endamên wan heta tarîxa avakirina van pirsgirek in û  mirhov nikare bigihe agahiyên bibaver. Li diyaspora jî wusa ye. Wek mînak; Riza Baran di gotara xwe de qala avakirina saziyên yekemîn yên Kurdan li Elmanya dike. Di nivîsa xwe de Baran dide xwiyakirin ku li ser hinek ji van Komelan guftûgoyek heye, gelo ev sazî bi rastî ji aliyê kî ve hatine avakirin.

Paradoksa “sazî ji bona partiyan e û gel ji bona saziyan e”

Pirsgirekek din ya ku wek paradoksekî xwiya dike, ev e ku wekî mirhov li binyadên saziyên wargeh yên heyî dinêre, dibîne ku qaşo sazî ji bona partiyan û ne ji bona gel hatine avakirin. Ev mijar yek ji faktorên navxweyî ye û di warê îdeolojî de pirsgirekek strukturel e. hêjayê gotinê ye ku saziyên nezîkî partiyan behtir rastî xezeba faktorên derveyî yanî di serî de dewletên parker tên. Xala li jor ya li ser bêwargeha sazîbûnê de hatî danîn ji bi vê xalê ve girêdayî ye. Di nav civaka Kurd de rudanên nu yên hatine sazîbûn pir in, lê belê bi gelemperî tenê xala polîtîk tera xwe saziyên wargeh distêne û rudanên din bê sazî dimênin. Wek mînak; Di mijara sazîavakirina koçberên Kurd de mînaka herî nas, avakirina saziya xwendewanan ya bi navê KSSE (Yekîtiya Xwendewanên Kurd yên Awrupa) ye. Di sala 1956an de ji aliyê 25 xwendewan û rewşenbîrên Kurd ve li Wiesbaden tê avakirin. Ramyariya vê komelê bi gelemperî di bin bandora tewgera Barzanî de bû, lê belê endamên wê ji her aliyê Kurdistanê bûn. Wekî di sala 1975an de PDK û PUK ji hev cuda dibîn, KSSE jî dibe du şeq û AKSA (Yekitiya Xwendewanên Kurdistanê yên Derveyî Welat) avadibe. Wan rêber, xwendewan û rewşenbîran hewl nedabû saziyekî Kurd li Ewrupa bi afirênin, hevl dabûn saziyeke partiyê avabikin. Mirhov kare bêje, wek mînakek din, ku wekî mijara standarkirina zimanê Kurdî ji pirsgirekên navbera PUK (Soranî), PDK (Kurmancî) cuda newe dîtîn, tê wê wateyê ku sazîbûna îdeel di vî warî de ru nedaye.

Rastiya “ne sazî, lê wateya saziyê narune”

Wekî mirhov bi nerîneke gelemperî li mijara sazî li cem Kurdan binêre, peyt dike ku herçikas hinek sazî di nav civakê de qeyda xwe bigrin jî, wateya saziyê narune. Ji bona vê yekê, her saziyên nu ava dibe, yên kevin dubare dike. Saziyên Kurd ne profesyonel in, kesên ji bona vî karî nehatine perwerdekirin, bername ji çarçova siyasî naderkeve. Sedemên vê rewşê pir cure ne. Yek ji wan jî, pirsgireka ramana saziyên îdeel e. Wekî rudanên nu yên di nav civaka Kurd de hatibana guftûgokirin û bi mînakên gelên din ve danîbana ber hev, dibû ku wateya sazîbûnê jî runiştibana.

Wek hatî gotin, îro li Elmanya Kurd wek civakeke xurt hatine sazîbûn, tên naskirin. Bi rastî ji saziyên Kurdan hene, lê belê ev sazî bi gelemperî siyasî ne û hevl didin tevahiya pirsgirekên civaka Kurd bibersivenin. Ev ne pêkan e. Saziyên diyaspora peywira xwe tênin cih, lê belê nikarin mijarên koçberiyê serêrast bikin. Ji bona mijar û pirsgirekên koçberiyê, yên neteweyî û yên çandî grîng e saziyên curê werin avakirin.

Berî encame

Sazî ji lêkera “sazîkîrin” tê û bi nêrîneke berfireh, mirhov kare bêje ku di her beşên civakî de sazîkirin heye. Lê belê hindik ji wan tevger dibin sazî. Pewist e Kurd li van tevgerên sazîkirine binêrin û ji gelekan saziyan biafirênin. Wek mînak; her mirhov xwendina zarokên xwe sazî yanî organîze dike. Saziyên di vê mijarê de bi gelemperî “Yekîtiya Malbatên Kurd yên Dibistanê” yanî bi Tirkî Okul Aile Birliği, bi Elmanî Elternbeirat e. Wekî mirhov hinek saziyên wek komela YEKMAL (Yekîtiya Malbatên Kurd) bide alîkî, di vî warî de gelemperiya dêûbavên şakirtên Kurd li Elmanya sazî nebûne. Mirhov kare encamên wê nesazîbûna Kurdan wusa bide xwiyakirin: Saziyên Yekîtiya Malbatên Kurd yên Dibistanê lawaz be, wê dersên zimanê Kurdî li dibistanên Elmanya kêm bin, qiymetê zimanê Kurd kêm be, nasnameya Kurd wê lawaz were têgihiştin, xwendawanên herin zanîngehê kêm bin û hwd. Di vê wateyê de ev kemasiya sazîkirina jiyanê ya koçberên Kurd li Elmanya gir e. Wek hatî gotin saziyên polîtîk xurt û pir in, lê belê jiyan ne tenê ji polîtîk pêk tê.

Mirhov kare lîsteya saziyên Kurd li Ewrupa û bi taybetî li Elmanya bide, hijmarek gir jî hene, lê belê pewist e were gotin ku li gora girseya civata Kurd li Elmanya û li Ewrupa pir lawaz in. Ji aliyekî ve faktoren derveyî nahelin sazîbûna Kurd nefes bistêne, ji aliyên din ve civat jî mijara sazîbûnê bi aliyekî profesyonelî bi rê ve nabe. Wekî ev herdu faktor hatin cem hev, gelemperiya saziyên koçberên Kurd wek saziyên berî 1990î tên xwiyakirin. Yanî hem di mijara demî (sedsala 21ê) hem di mijara cihî (Ewrupa) de saziyên Kurd ne li gora dem û cihê xwe ne. Wek hatî gotin, her çikas civaka Kurd here çalakiyên van saziyan jî, alîkarî bide van jî, gelemperî naçin van saziyan.

Wek di nivîsa de hatî gotin 46 hezar kargehên Kurdan hene, lê belê saziyeke runiştî ya karzasên Kurd tune ye. Her çikas li gelek zaningehan navê Komela Xwendevanên Kurd hebe jî, bi rastî xwendevanên Kurd li Elmanya bê sazî ne. Hinek komel bi navê parezer, bijişk, nivîskar û hwd. hebin jî bê bandor in. Kursiyek di zanîngehên Elmanya de bi navê Kurdolojî tune ye. Saziyeke ku bi berdewamî û sîstematîk agahiyên zanyarî li ser rewşa civata Kurd bide, tune ye. Civaka Kurd li Elmanya bi wê hêviyê vebû ku wan pirsgirek û paradoksên li jor hatine danîn, bertaraf bike û rupelek nu di mijara sazîbûna Kurdên koçber de biafirêne, lê belê ev jî heta niha bê bandor maye. Civata Kurd ji bona vê yekê nabe “civateke çandafiranî”. Heta Kurd mijara sazîbûnê serêrast nekin, nikarin hebûna xwe bidin qebulkirin û bi serbikefin.

Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol