Kurd li Elmanya: Hêza bê nav
Îro koçberên Kurd li Elmanya piştî koçberên Tirk, civaka duyemîn ya herî mezin ya biyaniyan e. Hijmara wan ji mîlyonek û du sed hezar kesan zêdetir e. Wekî mirhov Elmanya bi dewletên parker re dide ber hev, kare bêje ku Elmanya warek e, ya ku Kurd jiyaneke azad dibûrênin.
diaspora
Marija Protasova - Çerxa Jiyanê / 500px.com
Belavke
Paylaş

Ji bona bîranîna Denîz Poyraz

Elmanya dewleta cîhanê ya herî mezin e ya ku diyaspora Kurd berê xwe didiye. Têkiliya her parçeyê Kurdistanê ya bi Elmanya re, ji têkiliyên beşên din yên Kurdistanê re behtir e. Îro koçberên Kurd li Elmanya piştî koçberên Tirk, gruba duyemîn ya herî mezin ya biyaniyan e. Hijmara wan ji mîlyonek û du sed hezar kesan zêdetir e. Wekî mirhov Elmanya bi dewletên parker re dide ber hev, kare bêje ku Elmanya warek e, ya ku Kurd jiyaneke azad dibûrênin. Lê belê ev naye wê wateyê ku hinek pirsgirekên siyasî û yên nenaskirina nasnameya Kurdî tune ne. 

Lê belê her çikas herema zimanê Elmanî di Ewrupa da ya ji bona Kurdolojî ya herî girîng jî be, Kurd li vir wek girseya xwe ne di zanyarî de tên lêkolînkirin, ne jî di beşên din de qasî civakên din tên piştgirî kirin. Her çikas Kurd di medyaya Elmanî de pir present jî bin, bi gelemperî di mijarên êş, jan, kuştin û hwd. de tên pêş.

Civaka Kurd li Elmanya, li cem civakên oldar yên Misilmanan, yek ji wan civaka ye, ya ku xwe herî behtir organîze kiriye. Civaka Kurd polîtîk e û di hinek rewşan de berteke dide.

Di vê nivîsê de wê çarçoveyek ya civaka Kurd li Elmanya werê danîn û berdewamiya nivîsan de wê mijarên li vir bi kurtasî hatine danîn, wê bi berfirehî û bi mînakek biyografiya kesekê Kurdê koçber were şîrovekirin.

Li rastî hev hatine Kurd û Elman

Ev mijar pir tê dubarekirin, lê belê ji bona konteksa mijarê pewist e carek din bi kurtasî were danîn. Rastîhevhatina Kurd û Elmanan dîrokeke xwe ya direj heye. Ya rastî, demek direj e, Elman Kurdan nas dikin. Hinga arteşa Prusya di bin fermandariya Friedrich Wilhelm yê III. bi arteşa Rusî ya di bin fermandariya zavayê wî Zar Nîkolas yê I. de di havîna 1835an de ji bona manevreyeke hevparî li Kalîş (Kalisch/Kalsiz) hatin cem hev, di nav wan de leşkerekî suvarî yê Êzîdî ku ji Ermenistana Rusyayê bû, hebû. Ev suvarê Êzîdî hingî di hunerê suvariyê de jêhatî bû, bûbû mijareke mezin ya medyaya wê demê. Suvar pir meşur bûbû. Ji bona vê naskirina wî, ev vexwendî Berlîn kiribûn. Piştre li Ermenîstanê Baron August yê Haxthausen rastî wî dibe û ev Baronê Elman hem hunerî wî, hem dostaniya Êzîdiya di pirtuka xwe de dinivîse.

Piştre, Elmanan Kurd bi Şerîf Paşa zêdetir naskirin. Şerîf Paşa ku wek “Şerîfê Xweşik” an “Qelev” dihat naskirin, bi salan hem wek Burokratê Osmanî li Berlîn kar kiribû. Dema ku diyar bû ku Dewleta Osmanî wê ji erdê rabe, wî jî bi Kurdên din re xwestin, xwe li gelê xwe bikin xweyî. Şerîf Paşa serokê nunerê koma Kurd ya çuyî Sevrê bû. Di Peymana Sevrê de mixabin dewletên Ewrupî Şerîf Paşa û şandeya Kurd wek ya Ermeniyan nedîtin û mafên wan neparistin. Ermenî gihana armanca xwe lê Kurd bi ser neketin. Li gora gotinan, piştî ku Şerîf Paşa dît, Kurd di Peymana Sevrê de bi ser neketin, çu Îsvîçre û jiyana xwe di kesra xwe de berdewam kir.

Demên ku Kurd li Elmanya, li Ewrupa û bi tevahî li Cîhana Rojava kêm heyîn, navê wan û welatê wan Kurdistan bi Romana nivîskarê Elman Karl May ya bi navê Di Nav Kurdistana Hov Re (1892) bi navûdeng bû. May bi rêznivîsên xwe yên di bin navê “Orinetzyclos” nas e, lê belê tu cara neçuye Orient (Rojhilat). Gelek nivîsên xwe di girtihê de nivîsîne. Ev fantaziyên di serê Karl May de, ew çerçove ye, ya ku Edward Said dijî wê derdikeve. Her çikas ev Orient, ya ku cihana rojava nasnama xwe dijî wê de ava dike, tune jî be, gelên Oriyentê bi gelên Ewrupa dide naskirin. Karl May jî wek Jean Jacques Rausseau “heyranê hovên hêja” bû. Pirtuka Karl May ji aliyê firmayeke Elmanî-Îspanî ve ji aliyê Rejîsor Franz Josef Gottlieb ve wek film hate çekirin. Fîlm cara yekemîn 28´ê Rezbera 1965´ê de di sinemayê de hatiye danîşandin.

Rastîhevhatineke din ya bi wate ev e, wekî Arteşa Sor (Roter Armee) ya Sowyet di nîsana 1945an de, ketî Berlîn de ku Berlîn ji rejîma Hîtler azad bike, di nav wan leşkeran de hijmarek mezin Kurdên kafkasya, herî behtir yên Êzîdî, lê belê yên Misilman jî, hebûn.

Berî ku Tirk û piştre Kurd wek “Koçberên Mehvan” werin Elmanya, hejmarek mezin, bi gelemperî xwendewanên Kurd li Elmanya hebûn. Wek zanyarê Kurd Prof. Kizilhan têne zimên, wan di sala 1956 de komela xwendewanan ya bi navê Civaka Xwendewanên Kurd li Ewrupa (Kurdish Students Society in Europe – KSSE) avakirin. Hejmara mezin ya wan goçberan ji Rojhilat û Başur bûn.

Wekî Elmanya bi Tirkî re di 10’ê cotmehê 1961´î de Peymana Girtina Karkeran navîş kir, rê li koçberiya ji Tirkiyê vekir. Heta wê pêla koberiyê, koça Kurd li Ewrupa û li Elmanya bi gelemperî koçberiyeke ji kesên rêjeya rewşenberiya bilind pêk dihat. Bi peymana Elmanya û Tirkî re, pêleke koçberên karker ru da.

Serkeftana aborî

Wekî mirhov li civaka Kurd ya li Elmanya dinêre, dibîne ku Kurd li Elmanya nav tevgerek xurt ya bazirganî û avakirina kargehan de ne. Malbata Kurd, malbatek pirzar e. Ev jî, di mijara aborî de ferzendên erenî dide malbatê. Malbak kare ji aliyekî ve zu semiyan bide hev û wê semiyanê wek bingiha avakirina kargehekî bikar bêne. Ji bilî vê jî bi hebûna zarokan mijara karkeran jî serêrast dike. Anko endamên malbatê zêde ne, malbat kare ji yekî behtir kargehan weke û diveke jî.

Her çikasî di vir de agahiyên îstatîstîkî nebin jî, mirhov kare hinek agahiyan di mijara hezên aborî yên koçberên Kurd li Elmanya bide xwiyakirin. Wekî mirhov rêja hijmara koçberên Kurd di nav koçberên ji devletên parker de dide ber caxvê xwe, dibîne, koçberên Kurd di warê aboriyê de çikas xweyî hezek girîng in. Hinek agahiyên li vir werin danîn, ji lêkolîna min ya doktora tên.

Li gorî berisandinê îro li Elmanya qasî 46 hezar kargehên Kurdan hene. Ev kargeh kar didin nezîkî 230 hezar mirhovan û cîroya van kargehan digihe 20 mîlyar Oyro ye. Ev kargeh bi gelemperî kargehên malbatî ne û yên biçuk in. Hêdî hêdî destpêkirine, ji doner û dikanên mirîşkan restaorantên mezin, ji pastaxaneyan û dikanên biçuk supermarketên mezin, ji firmayên pakijkirine, firmayên mezin yên avahîsaziyan ava bikin. Wekî mirhov li fîrmayên Kurdan dinêre, dibîne ku hemen hemen di her beşê civakê û ya aborî de mînakên xurt hene.

Mixabin ev mijar jî wek mijarên din li Elmanya di bin navê Tirk, Surî, Îraqî û Îraniyan de tê qeydkirin. Wek hatî nîşankirin, hêzek xurt ya semiyan, kargeh û karkerên Kurd heye, lê belê mirhov dibîne ku ev hêz ne di bin şemsiyeke karzasên Kurd hatine organîzekirin. Behtir di nav karzasên Tirk, Ereb û Îraniyan de ne. Îro li Elmanya sazîbûna karzasî ya Kurdan lawaz e. Di dîrokê de hinek sazî hatine avakirin, lê belê van saziyên nikarîbûn dijî zextên devletên parker û medya wan de xwe biparêzin û di dem de ji holê rabûne.

Li ber caxvê ku koçberên Kurd li Elmanya avakirina kargehan pir muhîm dibînin û malbatên bê kargeh û beyî xaniyê xwe ne baş tên dîtin. Ji bilî vê jî, di nav civaka Kurd de kesên herî behtir xirab tên dîtin, ev in, yên kar nakin. Kar tevgera herî bilind ya jiyancîhanî ye. Hetta mirhov kare bêje ku avakirina kargehan wek alternativa xwendinê tê dîtin. Ji bona vê yekê malên newşa yekemîn yên bê kargeh (fîrma, bûro, praksîs û hwd.) pir kêm in.

Hêjayê gotinê ye ku her çikas semiyaneke gir hebe jî, tevgera diravî kêm e. Yanî ev kapîtalên pirparçe nayen cem hev û nabe girse. Bi gelemperî endamên malbatê kapîtala xwe dikin nav hev de û ji bona vê yekê kargehên navdewletî pir naderkevin holê.

Di lêkolîna me ya di sala 2011an de kirî, di nav 123 mirhovan de sedî 25 kes karzas bûn û kar didan 240 kesan.

Kurd li Elmanya bi cih bûne

Koçberiya Kurd li Elmanya berdewam e. Ji bona vê yekê her demî girseyeke nu li civaka Kurd zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku mirhov nikare nîvekekî ji bona pirsê derxê holê, gelo ni nîvekî ev çend salin Kurd li Elmanya jiyan dikin?. Li gora lêkolîna me ya di sala 2011an de nîveka dema hebûna Kurdan li Elmanya 22 sal bûn. Lê belê wekî mirhov newşa yekemîn ya karker dinêre, nîveka demê jiyana wan li Elmanya ji 40 salî behtir e. Heman demî wekî mirhov li girseya ji ber şerê li Surî reviyayîn dinêre, 5 sal in.

Rêjeya perwerde bilind dibe

Pergala perwerdeya Elmanya ferzendek girîng dide koçberên Kurd ku bê pirsgirek xwe perwerde bikin û di derinceyên civakî de bi jor bikevin. Ji bona vê yekê ji bilî newşa yekemîn, mirhov nikare kesên nikaribin bixwênin û binivîsin, di nav newşên nu de bibîne. Mixabin newşa yekemîn, bi gelemperî yên jin, ji vê ferzendê sude negirtin. Her çikas mecbûrî çubin Kursên Entegrasyonê jî, ne di mijara zimên, ne jî di mijara xwendin û nivîsandinê de xwe pêşve nedan. Lê belê di malbatê de di mijara perwerdeyiyê de ji keçan re astengî nederxistin. Keçan jî wek kurikan xwendin û bûne xweyî pîşeyekî.

Civaka Kurd, civakeke bi pirzimanî ye

Wekî mirhov li civaka Kurd li Elmanya bi nerîna zimanî cavxderî dike, dibîne ku gelemperiya Kurdan sê zimanî ne. Ev rewşek pir muhîm e. Zarokên Kurd heta 15 salî du zimanî ne û ji 15 salî ve dibin sê zimanî. Yanî hem zimanê zikmakî, hem yên devleta parker yê jê tên û zimanê Elmanî diaxivin. Korelasyona bikaranîna van zimanan li gora jiyancîhana wan cuda dibe. Zarên di çin dibistana amadeyî (Abitur), dibin 4-5 zimanî.

Zevacên navetnîkî

Her çikas mirhov bi xwe re nebîne, bawer bike jî, endogamiya klasîk û tevgera zewaca pis-û-dotmaman di nav Kurdan de li Elmanya wunda dibe. Di lêkolîna me de ji 123 kesan 30 kes bi jîn û mêrên biyanî re zevicî bûn û ji wan zewacan 34 zarok hatibûn dinê.

Jiyanên tenê û takekesbûn

Mijarek din ya bi koçberiyê ve giredayî û gelek caran wek “xeter” tê dîtin ev e ku hingî diçe hijmara kesên bi tenê jiyan dikin, zêde dibe. Di lêkolîna me de, wî demî sedî 23 kes tenê jiyan dikirin. Biyografî û dîroka wan mirhovan cuda ye, lê belê sedema herî girîng takekesbûn e. Civaka Kurd ji bingiha binyadên kommunîtarîzm derdikeve û newşên nu wek takekes (Individuum) jiyana xwe ava dikin.

Pîrozkirina şahiyan

Kurd li Elmanya gelek şahiyan pîroz dikin. Di qada yekemîn de Newroz tê. Ji sala 1975ê ve Kurd li Elmanya Newrozê bi girseyî pîroz dikin. Ev şahî bi gelemperî ji aliyên partî û saziyên Kurd ve, hem navendî hem jî heremî tên pîroz kirin. Pîrozkirina newrozê ne şahiyek navpolîtîkî ye, yanî Kurdên ne polîtîk jî diçin newrozê.

Ji bilî newrozê bibîranîna Halabjê û hwd. jî tên li darxistin. Avakirina partiyan, rojbûna serokên partiyan û bibîranîna şehîdan jî pir tên li darxistin.

Dîlanên Kurdan bi nav û deng in, anko dîlan bi şawşateyek gir û bi hijmarek mezin tê li darxistin. Wekî mirhov li dîlanên Kurdan li Elmanya dinêre, kare bêje ku hem motivên kevneşopiya dîlanên Kurd, hem hinek motiv ji dîlanên Tirkan û hinek jî ji yê Elmanan pêk tê. Dîlan bi gelemperî di salonan de tê li darxistin. Qertên vexwendinê tên çepkirin, komên muzîk û firmayek ji bona kişandina wêne û vîdoyan tên amadekirin. Bi gelemperî xwarin û vexwarin ji aliyê salonê ve berê dîlanê tê pîlankirin. Bi gelemperî rojekî berê dîlanê, di heman salonê de şahiya hinê tê kirin. Mehvan bi demjimara 4an ya evarî tên salonê û berî mehvan werin, xweyiyê dîlanê li ber deriyê salonê amade dibin û mehvanan pêşwazî dikin. Heta nivê şevê şahî berdewam dike. Gelek caran mehvan ji derên dur yên 600-700 km’yî û ji welêt tên.

Wek li welêt, di mijara çebûn û sinetkirina zarokan, kirina xaniyan, vekirina dikanan û hwd. tên pîroz kirin. Pîrozkirina cejnên olî, yên wek ramazan û cejna qurbanê ne pir gir tên pîroz kirin. Cejnên wek çarşema sor, Cejna Êzîd û hwd. jî tên pîroz kirin. Kurd li Elmanya kirinên wek Dayîna Mewlud nakin, lê belê ji xweyiyên xwe yên li welêt dixwazin ku ser navên wan li vir bikin.

Kesên nas

Îro li her beş, cih û navengên civakî de kesên navder afirandina. Di beşa pîsîkyatrî de Prof. Dr. Jan Kizilhan, di zanîngehan de takekesên wek Prof. Dr. Feryad Fazil Omer, Prof. Huseyin Aguicenoglu, Prof. Dr. Ferhad Ibrahim Seyder nas in.

Takesên wek Feleknas Uca, Sevim Dagdelen, Canan Bayram, Evrim Sommer, Gökay Akbulut û yên din di mijara polîtîk de tên naskirin.

Takekesên wek Ali Ertan Toprak, Meşale Tolu, Deniz Naki di medyayê de pir tên naskirin. Pir takekes hene ku bi muzikê navên xwe afirandine, yên wek Hozan Cane, Mely Kiyak, Xatar, KC Rebel, Azad, Haftbefehl, Kurdo hinek ji wan in. Kesên wek Zoro Mettini, Mahmut Celayir, Mohammed Ali Baker, Zuhair Hassib, Riza Topal di mijara hunerî de; kesên wek Miraz Bezar, Yüksel Yavuz, Nizamettin Ariç, Ayse Polat, Nuran Sahin, Züli Aladag di mijara fîm û sinemayê de nas in. Kesên wek Erdal Yildiz, Orhan Müstak, Nazmi Kirik, Gizem Emre di tiyatroyê de, yên wek Erdogan Bulut, Salah Nemr, Adnan Harbo, Samat Hidayat, Schwan Kamal di beşên peykerî de nas in. Hêjayê gotinê ye ku ev navên hatine danîn wek mînak hatine danîn û hijmara takekesan yên di beşên xwe de bi nav û deng bûyîn, behtir in.

Yanî civaka Kurd li Elmanya civakek pir gonî ye, xweyî hezêkî gir e, lê belê hê xwe bi hemu gonê xwe di raya giştî ya Elmanya de nedaye naskirin. Civaka Kurd li Elmanya hezek xurt, lê bê nav e.

Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol