Potensiyala diyaspora Kurd
Gelo potensiyala diyaspora Kurd çi ye? Xalên di bersiva vê pirsê de tên guftûgokirin, heman demî ji bona diyasporayên din yên cîhanê derbasdar in.
walidsiti
Wêne: Walîd Sitî - Çerxa Bextê (dîtina bi kîtekît) - (Têlên razayî, şikilên plastîk li ser MDF 80×80×13cm)
Belavke
Paylaş

Nivîsa yekemîn ya li ser diyaspora Kurd bi hevokek wusa bi dawî hatibû: “Bi vê hêz û gewda xwe diyaspora di mijara çareserkirina kêşeya Kurd de xwe wek aliyekî bicih dike.” Yanî bi rastî jî gewdeyek diyaspora Kurd ya gir heye û wekî baş were bikar anîn, kare, ne tenê di çareserkirina keşeya Kurd de, di gelek waran de xizmet û bandorek erenî bide civak an civakên Kurd.

Carek din;

Wek di nivîsa yekemîn de hatî zimên, her civakeka koçber bi serê xwe nabe diyaspora û nikare peywira diyasporayê bikar bêne. Cudatiya diyaspora çi ye? Cudatiyek ev e ku civak xweyî ramaneke neteweyî an jî îdeolojiyekî ye û ji bona alîkarîkirina welat, gel an jî em-komiya xwe angaje dibin.

Yanî diyaspora xweyî potensiyaleke kolektîf e.

Gelo potensiyala diyaspora Kurd çi ye? Xalên di bersiva vê pirsê de tên guftûgokirin, heman demî ji bona diyasporayên din yên cîhanê derbasdar in: Di nav diyaspora Kurd de kutleyek xweyî semiyan, yeke di saziyên bilind yên dewlet û Yekitiya Ewrupa da, yeke di warê huner, edebiyat, muzîk, şano û warên din de cih girtî hene. Girseyek heye ku giyanê xwe di saziyên siyasî û civakî yên Kurdan de derbas dikin. Her roj sazi, kargeh, grup, komelên nu tên avakirin. Kutleyek mezin her roj di kolanên metropolên cihanê de çalakiyan dikin. Her çikas ne xurt jî be lobiyek ava kirine. Li paytaxtê Yeketiya Ewrupa nuner hene. Di hinek zanîngeha de li ser Kurdolojiyê xebat tên kirin. Di hinek dibistanan de perwerdeya zimanê Kurdî heye. Alîkariyek mezin diherikê Kurdistanê. Hem hinek veberhênan li welêt, hem jî li welatên parker tên kirin. Yek ji potensiyala herî muhîm jî ev e ku kutleyek xweyî xwendina bilind û bi gelemperî kutleyek gir ya xweyî pîşe hene û di her ware civak û aboriyê de cih girtine. Hêjayê gotinê ye ku beşek mezîn ya civaka Kurd polîtîze bûne û bi hev re hatien giredan.

Her çikasî mirhov bêgav be û bi dilekî şikestî ya rastî bêje ku ev potansiyala diyaspora Kurd bi tevahî naye kînetîk-kirin jî, bi vê gewda xwe diyaspora Kurd enerjiyeke gir ya potansiyel heye.

Lê belê naveroka potensiyala diyasporaya Kurd ne tenê ev xalên li jor hatine danin in.

Ji bona ku potansiyela diyaspora Kurd were têgihiştin, pêwist e, were peytkirin, gelo ji bona kîjan potansiyalê endamên diyasporayê ji welatên xwe hatine derxistin? Anko pirsgireka cih heye, ezê tezê xwe di vir de bi kurtasî li dar bixim:

Ji bona ku ramanek, nasnameyek û hezek neteweyî newe avakirin, dewletên parker ji avakirina xwe ve bi reyek sîstematik potansiyala hezên kêmneteweyên nav xwe de yên ji bona netewebûn û azadbûna wan dikurmiçêne. Vê jî bi mekanîzmayên dewleta neteweyî dike. Yanî wekî hezekî ru da, vî hezî bi politikayên cuda (genosîd wek geliyê Zîlan an tertela Dersîmê, derxistin wek nefîbûn (sûrgûn), kirîna kesan wek Agop Axa an Metin Metiner delegitimekirin wek dîskursa “Kürtçülük” an jî terorîzekirina Kurdistan Tealî Cemiyêtî û tevahiya tevgera neteweyî hwd.) ji erdê radike. Anko ji xurifandina mîrgehan ve her takekes, malbat, partî, medya, komel û hwd. yên ku raya ramana netewebûnê di nav gelê Kurd de belav bikin, ji holê dihatin rakirin, ne raman, ne tewger ne jî nasnameyek neteweyî nikarîbû xwe di nav Kurdan de bela bike. Mekanîzmaya bindestkirina dewletan bû “sedema” afirandina diyaspora Kurd û heman demî diyaspora Kurd xwe li ser wan “sedeman” û dijî wan dewlatan bicih kir.

Yanî sedemên avabûna diyaspora, hezên potensiyala diyaspora Kurd in. Encama vê polîtîkaya dewletên parker avakirina mekanîzma rêgirtina subjektbûna gelê Kurd bû. Diyaspora – ne tenê bi serê xwe – rudana subjektbûna gelê Kurd xurt dike û ev potensiyala herî girîng e. Ji bona vê yekê di vê nivîse de wê bingiha mijara diyaspora yanî nasnamê were guftûgokirin, anko ev di navbera diyaspora û welêt de dirune û potansiyala herî dînamîk ava dike.

Lê belê hejayê gotinê ye ku di rêbazên zanyarî de konzepteke îdeal û normatîf ya welat û diyaspora nê pêkan e. Ji bona vê yekê pewist e mijar her carî li ser taybetmendiya mijara tê lêkolînkirin, were partîkulare kirin.

Diyaspora Kurd û nasname

Wekî mirhov diyaspora Kurd li Ewrupa çaxvdêrî dike, dibîne ku diyaspora Kurd bi hêzek xurt bi mijara nasnameyê ve mijul e.

Mijara nasnamê hem di guftûgoyên li ser polîtîka Kurd, hem li ser saziyên Kurd, jiyan û dîroka Kurd de cihekî girîng digre. Nerîna bi bercaxvka nasnameyî tê wê wateyê ku her tiştî an “Kurdî” an jî “dijî Kurdî” tê dîtin. Ev bingiha polîtîkaya welêt e û li vir xwiya dike ku diyaspora xwe li gor polîtîkaya welêt jinuve-diafirêne.

Wekî sînorên nerînê li ser nasnameya neteweyî dirune, navê wê ramana neteweperwerî ye. Ev rewşa nasnameyê ji bona vê yeke pir tê rexnekirin û ji aliyê dewletên koçgirt ve wek “dijî entegrasyonê” tê dîtin. Lê belê wê li vir li ser mijara neteweperwerî û bêdewletî newe rawestin.

Lê belê hêjayê gotinê ye ku rewşa de facto mijara nasnamê wek paradokseke diyar dike. Ji aliyekî ve mijara nasnamê heman demî afirandina gelê Kurd e, ji aliyê din ve li cîhanê mijara nasnamê hem wek xeterî tê dîtin, hem jî wek anakronîk. Ev paradoks di diyasporayê de da gon û wateyek taybet digre ser xwe. Di vir de pirsa herî muhîm ev e, gelo mirhov kare rawestiya gelekî ya bindest di warê nasnameyî de wek ya gelekî xweyî dewlet wekhev bibîne?

Avakirina nasnameya kolektîf ya Kurdan

Di xebatên ji salên 1985an ve tên kirin de, explisît tê bilevkirin ku Kurd nasnameyek kolektîf ji nu ve ava dikin.

Îro hemen hemen di her lêkolînê de tê zimên ku hijmarek gir ya Kurdan, piştre fêrî Kurdbûna xwe bûna, an jî xwe piştre wek Kurd naskirine an jî dane naskirin. Sedema vê rewşê çi bû? Wek hatî gotin, mekanîzmayên bindestkirina Kurdan pir fonksiyonel in. Bi alîkariya van mekanîzman bişavtin pir pêş ketibû û gihabû qada oto-kontrolkirina kesan ku bişavtina sipî bi xwe re dianî û mirhovên Kurd bi vî alî ji nasnameya xwe dur dixist. Her çikasî li vir newe şîrovekirin jî, pewist e çarçoveya pergala bişavtinê were danîn ku mirhov zanibe, gelo mirhov çilo ji nasnameyekî tê durkirin û nezîkî nasnameyeke din dibe. Mekanîzma bişavtinê gelek caran bi pevajoyeke bêdeng de derbas dibe û mirhov bi bandora bişavtinê nahesihe. Pergal, bi alavên xwe yên jinuve-afirandina ramyarî de, wek di medya û perwerdeya fermî de, di serê mirhovan de kalibên nexşî dideyne û bi vî alî binyada ramana wan dipêjirene. Bi vî alî pergal, li cem mirhovan diafirine, dive çilo fikir û tevger bikin. Wekî ev binyat hat danî, êdî mirhov bi aqlê sererkê xwe fikir dike û bi wî aqlî jiyan dike. Wekî yekî Kurd di vê pevajoya dewleta Tirk, Ereb an Fars da derbas bû, êdî wek yek Tirk, Fars an Ereb difikire. Ev qade, qada bişavtinê ya xeterê ye. Mixabin Kurd li her dewletên parker de gihabûn wê qade, heta serhildanên Kurd bi havara wan re hatin. Bi serhildanên 1960î ve li başur û rojhilat û bi serhildana 1984 de li bakur, polîtîka Kurd gelê Kurd di warê nasnamê de şiyar kirin. Lê belê hêjayê gotinê ye ku ev naye wê watê ku gelê Kurd heta wê tarîxê bi tevahî nasnameya Kurd ya kolektîf bêpar bû an jî ji bîr kiribû. Lê belê gelê cotyar, yên nexwendî, yên li gundan nasnameya Kurd bi ramanekî polîtîk şîrove nedikirin. Kurdên bajarî jî gelekan ji wan jibîr kiribûn.

Şiyarbûna nasname, wek aveke mirhov çikas vexwe, wulkasî tehn bibe, ye. Wekî carekî ru da, êdî piştgirtina wê tune ye. Kurd bi şêr û di nava şêr de fêrî nasnameya xwe bûn û di 20-30 salî de mijara nasnamê hate wê qadê ku êdî di malê de di sosyalîzasyona zarokan de ji aliyê dêûbavên wan ve tê danîn, bi bandora kesên tevtekilî û derdorê tê xurtkirin. Kurdan kemasiya ramana nasnamê ya ku cudatiyek mezin dikir nav wan û gelên din de, ji holê rakirin. Di wan 20-30 salên bûrî de, ji bona vê yekê li her derî îşaretê ve guhertinê dihatin dîtin.

Ev xebata nasnameyî ya li Kurdistanê heman demî di diyasporayê de jî xwe dide xwiyakirin û bi bingiha diyaspora cureyek din ya nasnameyê ava dike.

Rola nasnameya kolektîf ya Kurdan û diyaspora

Mijara nasnameya diyaspora di teoriyên diyasporayê de tê guftûgokirin û wek bingiha binyada pênasiya diyasporayê xwiya dike. Elîtên komên diyaspora yanî pênasiya nasnamê ji aliyê endamê koma diyaspora û ya ji morhovên derveyî komên diyaspora li mijara nasnamê cuda dinêrin û cuda şîrove dikin. Li gora ramana emîk yanî li gora ramana komên diyaspora pewist e nasnama etnîkî were parastin. Nasnama diyaspora nasnameyeke di nav komê de koherent e, komê bi hev re girêdide û ji derve komê ji nasnameyên din dur dixe yanî cuda dike. Ji bona vê yekê komên klasîk yên diyaspora di nav civaka koçgirt de belav nabin, xwe wunda nakin û asîmîle nabin. Wek mînak; kovara Diyaspora di vê çarçovê de xebatan diveşêne. Li gora nivîskarên vê kovarê yên wek Safran û hwd. têkiliyên welêt û koma diyaspora zindî dibînin û ramana kêmnetewebûn li cem koma diyaspora wek taybetiyekî dinirxênin. Komên diyaspora ji aliyê civakên di nav de jiyan dikin ve jî, kêm tên naskirin an qabulkirin.

Nasnameya kolektîf û diyaspora hev bi dijberî diafirênin.

Nasname û dijbera bişavtinê

Hejayê gotinê ye ku bişavtina gelekî bi lawazbûna nasnameya wî ya kolektîfî destpêdike. Di civaknasî de, civakeke nasnameya wî ya kolektîf lawaz dibe, jê re etnîsiteya sembolîkgotin. Ji aliyê din ve karakterê civakê nîşan dikin ku ev jî bi peyvira rêgirtina bijavtinê ve girêdayî ye. Wek mînak, li Tirkî gelek bi navê Laz heye, lê belê her çikas bêjin, em Laz in jî, xwe heman demî wek Tirk dihesibênin. Yanî nasname û hebûna em-komî ya Laz sembolîk e, anko hatine bişavtin, anko mobîlîzekirina wan yan kolektîf bi ramana siyasî ru nedaye. Heman rewş ji bona diyaspora jî heye û civakên ku xwe wek diyaspora dibînin, lê belê nasnameya wan ya kolektîf lawaz be, diyasporayên sembolîk in.

Berî tevgera Kurd destpêkirî, nasnameya kolektîf ya Kurd di nav koçberên ji dewleta Tirkî de wek yeke sembolîk bû. Kengî Kurd pê têgihiştin ku tên kuştin, bindestkirin, diskrîmînekirin anko Kurd in, wan jî “sedema” wan erîşan kire, “sedema” avakirina nasnameya kolektîf, yanî nasnameya xwe li ser ya etnîkî danîn. Şiyarbûn di her ware jiyanê de xwe dida xwiya kirin. Wek mînak; Zanyarê Elman Thomas Brieden di lêkolîna xwe ya dirêj de pirsa “xwepênaskirin”a koçberên ji Tirkî hatin, kiriye. Di sala 1984an de, di nav koçberên Kurd de, sedî 40an xwe wek “Tirk” daye naskirin. Brieden bi heman kesan re di sala 1994an de heman pirs kiriye û vê carê yên ku xwe wek “Tirk” dayîne naskirin sedî 0 in.

Êdî gelê Kurd ne weke berî salên 1960î ye.

Nasnameya kolektîf parçebûne absorbe dike

Hêjayê gotinê ye ku anko civaka Kurd civakek pirgon e û ji komên cure pêk tê, her kom xwe bi cureyek cuda nezîkî nasnama Kurd ya kolektîf dike, an jî xwe jê dur dixe. Bêgav e, mirhov bêne aqlê xwe ku di demên berê de fenomenek wek nasname ne di rojeva Kurdan de bû. Yanî di demekî de derketiye holê, dîrokek wê û rolek wê ya girîng heye. Rola vê nasnamê ya herî girîng ev bû ku ne tenê cudatiyên di nav gelekî de, yên wek zimanî, olî, bermalî, heremî ji holê rakir û kire yek, heman demî jî, sadaqad/pabendiya endemê wî gelî, ji serokê binemalê an yê eşîretî, yê heremî an jî olî, dan elît an jî saziyên neteweyî. Nasnama kolektîf parçebûna mirhovên bawer dikirin ku ji kokekî tên, nezîkî hev kir. Wekî ev girse polîtîze bû, êdî navê vê girseya mirhovan an gel an jî netew e. Bênasnameyek kolektîf girseyê mirhovan ne dibin gel, ne jî dibin netewe. Nasnama neteweya Kurd serkeftiyeke elîtên Kurd e. Çilo?

Pêşengiya nasnameyî

Wekî mirhov mînaka Kurdan bi gelên din dide berhev, dibîne ku Kurdan hinekî dereng dest bi vê pevajoyê kiriye. Di nav zanyariyên civakî de ji bona avakirina nasnameyeke kolektîf ya ji aliyê elîtên gelekî ve tê kirîn ve “pêşengiya nasnameyî” (Identitätsmanagement) tê gotin. Elîtên Kurdan 100 salî hevl dan, nasnameyek kolektîf nav Kurdan de ava bikin û di dawî de jî di warê avakirina nasnameyek kolektîf de bi ser ketin. Heke îro, Kurdekî ji Kurdistana Sor û yekê ji Anatoliya Navîn, yekê Êzîdî, Kakaî û hwd. bi hev re didin û distênin, encama avakirina nasnameya kolektîf e. Lê belê li vir wê newe guftûgokirin, gelo avakirina nasnameya kolektîf di wê qadê de ye ku dewletekî ava bike, lê belê li ser vê rê ye.

Pêwendî

Ev nêrînên li jor bi kurtasî hatine danîn, perspektifek emîk e. Yanî bi perspektifa Kurdan hatiye nivîsandin. Mijar ji aliyên Ne-Kurdan ve bi avayek din tê şîrovekirin. Lê belê diyaspora Kurd hatiye avakirin û polîtîze bûye. Bi têkiliyek xurt ve bi tevgera Kurdî ve û bi Kurdistanê ve girêdayî ye. Anko herkes potensiyala diyaspora dibîne, di demên dawî de dixwazin koçberên xwe yên derveyî welat polîtîze bikin û ji wan diyasporayekî ava bikin. Di vir de mînakên herî balkeş hevldanên Putîn û yên Erdogan in.

Wek hatî dîtin, potensiyala diyaspora Kurd bi têrkirina nasnameya Kurd ya kolektîf destpêdike û niha mobîlîzekirina diyaspora Kurd encek bi bingiha nasnameyê pêkan e.

Wekî ev nasname runişt, hingî civak kare binyadên ji civakên sivîl yên Ewrupa girtîn, transporte civaka Kurd bikin. Wekî modernîzasyonek ru bide, wê bi navê civaka Kurd ru bide. Wekî jêrçandiyek ru bide, wê di bin nasnameya Kurd de ru bide. Yanî civaka Kurd wê xwe ne ji bona çand û civaka Tirk, Ereb an Fars mobîlîze bike, wê xwe ji bona civaka Kurd angajê bike û ev ne xirab e.

Pewistiya civaka Kurd ji hemu civakên din behtir bi alîkariyê heye, anko di herema Kurdan de her demî şer, hêjarî, revîn û hwd. heye. Diyaspora di vir de alîkariyek girîng dike û wekî bi ramaneke rasyonel ya neteweyî were transformasyon kirin, kare hejî behtir bike. Îro diyaspora Kurd ji aliyên tewgera neteweyî ya Kurd û ji aliyê elîtên wê ve tê rêvebirin û mobîlîzekirin, wekî ev ji holê rabin, pêkan e, ji aliyê cîhadîstan an jî hevalên dewletên parker ve were kirin.

Lê belê ev hemu nayen wê wateyê ku diyaspora Kurd di mijara agency de yanî hezeke bi serê xwe û bi îrada xwe ye. Ev mijara nivîsek din e.

Dîtina tevahî ya karê Walîd Sitî ya li jor bi kîtekît.
Belavke | Paylaş
Naveroka Pêwend | İlgili İçerik
Ji bo agahiya naveroka nû qeyd bibe
Güncel içerik bildirimi için kaydol